Serrûpel Nivîskar ‘Firotina kurdan’

‘Firotina kurdan’

Belav bike

Ev gotinên rojnamevanekî brîtanî ne. Lê yên ew belav kirinê, yên me ne, weke ku peyam ji ezmanan, ji yekî pîroz hatibe.

Ma em Kurd dîroka xiyanetê êdî ji ber nezanin? Û xetereyên îro jî? Tişta mirov diêşîne: Çima em xwe bi serserkî tavêjin gotinên wisa?

Gotinên ji hestên mirovahiyê bêpar, gotinên Kurdan weke neteweke reben û hertim girêdayî deq dikin, gotinên berhema quretiya ewropayî, yên hêvîşikestinê, yên berhema nêrîna pêşdaraz û bi peyamê karesatî.

Bi gelemperî rewşa kurdan, bi taybetî jî ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li ber çav e. Sîstema dinyayê jî. Ne dadmendî lê zordarî serdest e. Mezin hene, biçûk hene. Biçûk xwedî behîtan bin jî, gellek caran têrê nake.

Mînak; xeletî li aliyekî, li Bakur piştgirê kurdan hebûya, vêga ji zû ve pişta dewleta tirk li erdê bû.

Erê li Başûr xiyanetek heye, lê me xiyanet li xwe kir. Dîsa jî; piştek hebûya, vêga dewlet hebû. Tevî ku ez vîn û berxwedana netewan li pêş digrim jî, rastî ev e.

Kurd ji bo kê şer dikin?

DAIŞ hovîtiyeke dijî mirovahiyê ye. Kurdan tevkariyeke mezin li şikestina wê kirin. Dîsa jî; Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne ji bo yekî din, ji bo xwe şer kirin. Şerê hebûn û nebûnê. Kurdan xak, rûmet û jiyana xwe parastin. Yên din/hevbendan jî, tevkarî li berjewendiya Kurdan kirin.

Di şer de hevalbendî, bivênevê ne. Hevbendî li ser berjewendiyan dibin. Erê her carê bêbextî li Kurdan dibe, lê têgeha “ew firotin” li rewşa îro nayê. Berî her tiştî; divê Kurd ji hevbendiyan bendewariyên xelet nekin.

Em bizivirim Rojavayê

Rûsyayê Şam li ser piyan girt, lê hejmara elewîyan têrê nake. Hewceyî li Erebên Sunnî, Kurd, Xiristiyan û komên din heye. Her yekê mafê xwe dixwaze. Sîstemeke dadwer û demokratîk, pêwîst e. Demokrasî, hilbijartin e. Hilbijartin, windakirin e jî. Ew, li Şam, Moskow û Tehrana îro nayê. Ku dîsa dîktatorî be, ma çi guherî?

Neteweperestiya ereb, Kurdan qebûl nake. Şam bêje “erê” jî, Enqere û Tehran nahêlin.

Di devê herkesî de împaratoriya Tehranê heye, lê demografiya Sûrîyê tiştekî din dibêje. Dibe xewna Tehranê bibe xewnereşk, bar ji qamê dibore.

Enqereya alî guhertî? Mejî tevlîhev e. Sê mîlyon Sûrî li Tirkiyê ne. Zarok hînî tirkî dibin. Komên bijartê bûne beşeka Tirkiyê. 800 km sînor. Hê bi hezaran tundrewên cîhadî, ji Enqerê re amade ne.

Enqere ji kerban xwe dixwe. Li keysê digere. Lê Putîn? Li Sûrîyê îslama tundrew û sûnnî ya Erdogan derb xwariyê, ne encamên jorê.

Mehneya Enqerê: “Bila Kurd destvalê bimînin”. Ew, daxwaza Tehranê ye jî. Lê ji Rojhilat û Şengalê heya Rojavayê pêdiviya Tehranê, bi PKKê heye. Naxwaze rasterast dijminahiyê bike. Divê em ji bîr nekin; li Başûr hevpariya Tehran û Enqerê, li Rojavayê jî dimeşe.

Moskow û Enqere li ser Kurdan ne yek in(?) Moskow di mijara netewan de xwedî ezmûn e, ji xweseriyê natirse. Lê Enqere, wê nas nake. Rojava mijara bazarê ye. Moskow, Şamê dide ber Enqerê. Erdogan Esad hembêz bike, ti şensê Kurdan li ba Putîn dimîne? Rûsyaya hertim bêbextî li Kurdan kirî, dikare vê carê me bişehitîne?

Dimîne DYA

DYA li Iraq û Kurdistana Başûr mayînde ye. Lê li Rojavayê? Bi fermî ji ber DAIŞê li wir e. Ma wê her tiştî ji Rûsyayê re bihêle? Iraq ji min re, Sûrîye ji te re? Tevî ‘lihevkirina’ Putîn û Trump jî, mijar nediyar e.

Ka dê rê li ber Îranê bigirta? Ku wisa be, çima ji Sûrîyê derkeve?

Ji ber Îran, Hizbullah û Libnanê, Îsraîl di tirsê de ye. Va sedemekî din ji bo mabûna DYAyê.

DYA dikare Enqerê careke din bikşîne ba xwe? Heke ne, çima Kurdan bike mijara bazarê?

Û Ewropaya pasîf? Ew ji şikestina DAIŞê dilxweş in. Lê Rojhilata Navîn ji wan dûr dikeve. Dibe ya xeteretir di rê de ye.

Ji êrîşên jehrî Esad berpirsiyar dibînin. Lê ma ji ber vetokirinên Moskowê, rêya bikaranîna çekên kîmyayî venabe? Ewropaya şerpeze!

Dibe Ewropa daxwazê dijberiyê be. Lê bi kî re? Tevlîheviya heya bêjî. Pirsa Sûrîyê hê ji çareseriyê dûr e.

Bendewariyên xêrnexwaz

Rojavaya biçûk di nav van hemû nezanî û xetereyan de bi serkeftî reqs dike. Ji wêkê gotinên pêşwextî weke; “Tişta hatî serê Başûr, li pêşiya Rojavayê ye jî”, “DYA wê Rojavayê bifiroşe”, nîşana dilsarî, bedbînî û rebeniyê ye. Lê çima hin Kurd di wê bendewariyê de ne?

Ji bilî ya Moskow-Tehran-Enqerê, hemû platformên navdewletî yên bo Sûrîyê hilweşiyane. Dibe rola Rojavayê mezintir bibe. Çareseriya bisêr tineye. Hevkêşe bi nezaniyan dimeşe. Rewş ducanê tevdan, gelacî, plangerî û kuştinxwaziyan e jî, bi taybetî ji aliyê Enqerê ve. Divê Rojava çavekirî be.

Lê bi hêviyê re jî barkirî ye. Nebe jî, ev sedemê me heye: Qene Rojavayê li ber xwe da.

Xwedêkî Başûr û Rojava hê çima ji hev direvin? Ti bersiva we heye? (Rûdaw)