Nûnerê serokê Rûsya ji bo krîza Sûriyê eşkere kir ku Tiriyê rê nade ku PYD û hêz û partiyên nêzîkî wê beşdarî konferansa diyalogê ji bo krîza Sûriyê li Soçî bibin.
Alexender Lavrintiyêv ji ajansa rûsî Interfax re axifî û got ew jê naxwazin PYD û hêzên nêzîkî wê beşdarî Soçî bibin.
Lavrintiyêv got, wê Kurd beşdar bibin û Kurd li pêşiya çareserkirina krîza Sûriyê nabin asteng lê PYD û aliyên nêzîkî wê beşdar nabin.