Endamê Konseya PKK û fermandarê giştî yê hêzên YPG li Şengalê, Ismail Ozden (66) ku di nava PKK de weke Zekî Şengalî dihate naskirin, di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de, ligel çend hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Ozden ji Almanya tevlî PKK bûbûn.
Dema ku Şengalî, ligel karwanekî gerîla ji gundî Koço derketin, balafirên şer yên Tirkiyê karwanê wan bobmbebaran kir.
Zekî Şengalî ji bakurê Kurdistanê ji Batmanê bû û bavê şehîdekî bû bi navê Sîpan.