Birêz Mêrzad Abbas ez haydare berhemeke hêja kirim, berhemeke bi zimanê erebî ji nivîsandina Mamoste Husên Mihemed Elî. Pirtûk ji 181 rûpelan pêk dihêt û bi zimanekî bedew Kobanî û daniştvanên wê yên salên destpêkê bi me dide nasîn. Ya ez pirr şad kirim ew bû ku Mamoste Husên hinekan ji Ermeniyên wê demê jî bi xwendevanan dide nasîn û me vedigerîne wan rojên xweş û geş.
Wêneya li jêr ji pirtûkê hatiye girtin, tê de Melle Muslim, muftiyê mizgefta Kobanî ya kevin, bi keşeyên ermenî re ye, heye ku roja cejneke musilmanan yan xiristiyanan be. Bi texmîna min heye ku peyayê li aliyê rastê bi rehmetî Melle Mehmûdê kurê muftî be û heye ku sal yeke ji salên nîvê yekemîn ji 1950an be.
Navnîşana pirtûka bi navê
كوباني مملكة الماء والغرانيق
https://drive.google.com/
(Ji rûpela Facebookê ya Şahînê Soreklî)