Serrûpel Nivîskar Efrîn… êşa nivîskarekî Kurd

Efrîn… êşa nivîskarekî Kurd

Belav bike

Helbest: Jan Dost

Were saqî bide min wê peyalê
Birîn kûr e, binêr Efrîn dinalê
Çima hêsir nema karin bibarin
Çi bûyer bû? Nehat fikr û xeyalê
Bide min da ku winda bim ji ser hiş
Weke dînan herim der ez ji malê
***
Keça şax û çiyan bû
Ciwan bû, pirr ciwan bû
Çiya bo wê
Diçûn secdê
Firotin ew keça nazdar
Kirin cêrî û dan dest wî gurê har
Ji bo wê ez fedîkar im
Serî xwar im
Serî xwar

***
Gurê şîn î ku qîlên xwe veşartin
Bi kincê rahiban hat û xeber da:
Li we mizgîn, ezê rizgar bikim we
Ji destê van kesên zalim, nemerda
Civandin wî gurên birçî
Seg û keftar, ji her war û ji her cî
Kilê çavan, şehê bûkan
dizîn wan û birin sûkan
firotin kêlegorên me
li bazaran
dizîn nay û bilûrên wan şivanên me
dizîn dar û siya daran
dizîn qehwa sibê û çaya êvaran
dizîn pênûs û hibra şîn
dizîn helbest, û ocaxa min î zêrîn
qutîkên nêrgizan û leylek û nesrîn
dizîn ronahiya isteyrikan, tablo, kulîlkên dayika min û Mem û Zîn.
Qutîka tûtinê û bêhn û hilma Sosinê û gopalê kalkê min
Dizîn her tişt
Belê hîç wan nekarî qet
Ji çavên nazika Efrîn
Evîna niştiman î dîn
Bikin talan, berê û hîn.
***
Qewanekê ji cîrana xwe re bi tirs got:
Binêre!
Û destnîşanî tankekê kir ku dihat.
Lingên (Qewanê) nebûn ku bireve
Baskên wê jî nebûn ku bifirre esmanan.
Derdor mişt bû ji xwîneke qewanî
winda bû Qewanistan
***
Penaberek biçûk
Digirî, bangî diya xwe dike:
– Dayê sola min winda bû
Nikarim bimeşim.
– Çavên min bike sol.
Bi wan bimeş e gulşen.
Bersivê dide, dayika reben.
Pîremêrek li erdekî celbî dilikume
Li ewrên xişmokî dinêre
Darên Zeytûnan têne bîrê, darkokên Rûlê
Dilê wî tê guvaştin.
Mirin ber bi wî ve tê, dest didê.
Dayikek li şûna hêsiran giyanê xwe dibarîne
Her carê li pişt xwe dizîvire
Dixwaze vegere
Gora şehîdekî li pey maye
Ditirse ku kêlegor bi tenê bimîne.