Serrûpel Nivîskar Teqekirin li Kurdistanê

Teqekirin li Kurdistanê

Belav bike

Êrişa Hewlêrê, Herêma Kurdistanê birîndar kir û Enqere bihêztir kir. Bi heman awayê dema kuştina balyozê Rûsya di kanûna yekem a 2016an de li Enqereyê. Rûsya bi wê êrişê têk neçû, lê belê Tirkiyê pê qels û lawaz derket. Ji ber vê jî gulleyên sê demançeyên bêdeng ên di destên sê ciwanan de di roja 17ê tîrmehê li Hewlêrê, berî ku li karmendê Tirkiyê bikevin, li ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê ketin.

 

Osman Kose karmendê konsulxaneya Tirkiyê be yan “efserekî MÎTê di dîska Îranê” de be wek ku Emberîn Zeman di raporeke Monitorê de dibêje, ti tiştî ji naveroka mijarê naguhere. Ya ku di wê êrişê de armanc hat girtin ne Tirkiye, lê belê Kurdistan bi xwe bû. Lewma jî hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, karekî rast kirin ku di hevokekê de êrişa “li cihekî dûrî şer” û li ser “dîplomatkaran” şermezar kirin.

 

Kuştina Osman Kose li Hewlêrê, hewldana micid a Herêma Kurdistanê ji bo dîsa avakirina pêvajoya aştiyê têk bir. Hewldanên zêde hatibûn kirin, bingeheke baş li ber sazbûnê bû, lê êrişa Hewlêrê Herêma Kurdistanê vegerand qonaxa bihêzkirina aramiya xwe, li şûna çêkirina aştiyê li derdora xwe.

 

Êrişa 17ê tîrmehê, peyamên Ocalan ji bo çêkirina guncaneke siyasî ji bona destpêkirina danûstandinan û bihêzbûna pêgeh û statûya siyasî ya Kurdan li Stenbolê vegerand xala sifrê. Tew Partiya Gel a Komarî CHPê ku xwe amade dikir ji bo gotûbêjkirina li ser mikurhatina bi beşekî ji mafên gelê Kurd di peyam û programa xwe de, piştî ku dengê dengderên Kurd bû hêza yekalîker li Stenbolê, bi sedema êrişa Hewlêrê wê jî devê xwe vekir û êrişa li ser tîma konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê, mîna hêzên navçeyî û cîhanî, bi tundî şermzar kir.

 

Belê, êrişên bi vî rengî rêçika kesên ku êrişî ser ala Kurdistanê dikin û navê Kurdistanê li Tirkiyê ji pirtûkên nû û kevn radikin, bihêztir dike.

 

Gotara Cemîl Bayik di rojnameya Washington Postê de, ku tê de dibêje niha dema aştiyê ye bi Tirkiyê re û dema bidawîanîna şer e di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û Tirkiyê de, rê û arasteyeke dirust e û neguherandina wê araste û rêyê jî di berjewendiya wan û Tirkiyê û temamiya Kurdan de ye.

 

Berî mehekê Kurdên şareza digotin, Kurdan pêgeh û statûya xwe baş bihêz kirine eger li xwe xirab nekin û têk nedin. Lê di 17ê tîrmehê de, li dijî berjewendiya Kurdan û bi destê Kurdan hate têkbirin.

 

Herêma Kurdistanê bi aramî û bihêzbûna xwe dikare pêgeh û statûya xwe û temamiya Kurdan xurt û bihêz bike. Lê neku roj bi roj artêşên dewletan ji bo nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê bên kişandin û ro bi nîvro li hundirê restoranekê êriş li paytexta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn.

 

Çiqasî Herêma Kurdistanê bêtir aram bibe û bibe aramî ji derdora xwe re jî, ewqasî bêtir mînaka desthilatdariya Herêma Kurdistanê bihêztir derdikeve holê û hêzê dide temamiya Kurdan.

 

Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê berpirsiyariya êrişa Hewlêrê li stûyê xwe negirt, lê red jî nekir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî encama lêkolîna xwe eşkere nekiriye û ti aliyek jî wek encamder destnîşan nekiriye.

 

Lê ji aliyê medyaya navçeyî û cîhanî ve, tiliya tometê ber bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ve tê dirêjkirin. Êrişek di nava Hewlêrê de encameke tenê bi dû xwe de tîne ku ew jî hêrsbûn û nerazîbûna xelkê û karvedana hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

 

Herwiha hemû kesên ku mîna hêlîna hêviyên Kurdan li Herêma Kurdistanê dinerin, heman hest li ba wan jî çêdibe.

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, gelek caran tekeziyê li ser du xalan dike: Em rê nadin û me rê nedaye ku ji aliyê me ve êriş li ser axa Tirkiyê bên kirin. Herwiha dibêje: Em rê nadin ti hêzek li derveyî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hebe.

 

Êdî eger ev ji bo Rojavayê Kurdistanê rast be, ji bo herêmeke destûrî nola Herêma Kurdistanê pir rast û dirusttir e û divê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê wê lojîkê ji bo Herêma Kurdistanê jî rast bibîne û qebûl bike.

 

Tişta di vê bûyerê de wek pêwist derdikeve holê, pêwistiya hebûna yasayeke taybet bi rêkxistina karê dîplomatîk û konsulxane û şanderên diplomatîk li Herêma Kurdistanê ye. Da ku karê diplomatîk li gor qanûn û yasayên cîhanî bê rastkirin û rêkxistin.

 

Di heman demê de pir girîng e Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî li ber çav bigirin ku her dema ku hewldanên pêkanîna aştiyê hebin, hewldanên têkdana aştiyê jî bi awayekî eşkere derdikevin pêş. Gelek caran jî ew dest tevlîheviyek ji destên navxweyî û navçeyî ne.

 

Îro Partiya Dad û Geşedanê (AKPê) ya desthildatr li Tirkiyê, ji bo bihêzkirina siyaseta xwe ya cemawerî, tenê du rê li pêşiya wê hene. Ew jî başkirina rewşa aborî û nêzîkbûna ji Kurdan e.

 

Lewma reftara bi hestyarî û bihêzkirina rê û peyama aştiyê çareseriya hemû pirsgirêkan e. Her demekê jî ku şer û xwînrijandin zêde dibe, wê çaxê bi xwe jî lihevkirin û pêkanîna aştiyê bêtir lazim û pêwist dibe. (Jêder: Rûdaw)