Serrûpel Nûçe AVESTA sirrê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Hikûmera Sûriyê belav dike

AVESTA sirrê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Hikûmera Sûriyê belav dike

Belav bike

Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li hev kirin: Hikûmet derbasî Kobanî, Minbicê ûdeverên din yên rojavayê Kurdistanê dibe.

Rêkeftin çawa çêbû?

  • Rûsya navbênkarî di navbera YPG-HSD û Şamê de kir, li gor wê rêkeftinê hikûmet vedigere hemû hermên di bin kontrola wan de.
  • Di rojên derbasbûyî de çend hevdîtin di navbera her du aliyan de çêbûn. Ew hevdîtin li Qamişlo û Şamê bûn.
  • Şanda Rûsî, li Qamişlo bi fermandarê HSD re civiya, piştre bi hev re ji balafirxaneya Qamişlo bi rêketin û çûne bargeha eskerî ya Rûsî Himêmîm.
  • Li Himêmîm civeke dirêj çêbû, çend seetan dirêj kir.
  • Piştr li hev kirin. Li gor Rêkeftinê artêşa Sûriyê ji Minbicê dest pê dike, piştre derbasî hemû herêmên di bin kontrola HSD (QSD) de dibe.