Serrûpel Nûçe Cezayê îdamê ji bo kujerên karmendê konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê û 2...

Cezayê îdamê ji bo kujerên karmendê konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê û 2 Kurdên din hate dayîn

Belav bike

Li Hewlêrê dadgeha 2 mîn ya cezayan hukmê îdamê da kujerê karmendê konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê û 2 Kurdan.

Di wê êrîşê de karmendê konsolxaneyê Osman Kose û 2 welatiyên ji başûrê Kurdistanê li restauranta Hokkabaz li Hewlêrê hatibûne kuştin.

Parêzer Birzo Said ji Rûdawê re got, ji ber wê êrîşê 6 kes hatine mehkûmkirin, 2 bi cezayê îdamê, kesek bi salekê, , 3 kes bi 2 salan zindan hatine mehkûmkirin.

Roja 17 tîrmehê, sala 2019 di êrîşekê de Osman Kose, Osman Mihemed Elî û Beşdar Remazen Salih hatibûne kuştin.

Kujderê sereke jî Mezlûm Dag bû, alîkarê wî jî (Dijwar) bû, ji bo her duyan cezayê îdamê hate birrîn.

Nûçeyeke girêdayî