Serrûpel Nûçe Vîdyo – Tewanbarên êrîşê itîraf kirin

Vîdyo – Tewanbarên êrîşê itîraf kirin

Belav bike

Roja Çarşemiyê 17ê Tîrmehê 2019an, bûyerek teqekirinê li xwaringehek bajarê Hewlêrê rû da û di encam de karmendek Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bi navê Osman Kose û 2 welatiyên herêma Kurdistanê yên bi navê Nerîman Osman Mhemed Elî û Beşdar Remezan Salih bûn e qurbanî.

Hêzên Asayişê û Dijeteror a Kurdistanê karîn e di demeke kurt de 6 kesan, ku pêwendiya wan bi vê bûyerê re hebû bigrin, ku 3 ji wan welatiyên Tirkiyê ne – di nava wan de, encamderê sereke yê bûyerê bi navê Mezlûm Dag. 3 kesên din jî, ji hevkarên encamderê sereke, welatiyên herêma Kurdistanê ne. Herweha çend kesên din jî, ku pêwendiya wan bi vê bûyerê re heye, tên daxwazkirin û di warê yasayî de, bidûvçûn liser wan berdewam e.

Li gor danpêdan a tawanbaran, bûyer terorîstîye û çend meh beriya niha, ji alî berpirsek PKK ve bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan jê re hatiye daxistin – bi armanca terorkirina karmendê Konsulxaneya Tirkiyê û serencam jî, têkdana asayişa herêma Kurdistanê. Her ligor vê danpêdanê encamderê sereke yê bûyera terorîstî, her dû welatiyên herêma Kurdistanê, tenê bi guman, a ku ew pasewanên dîplomatkarê Tirkiyê ne, hatine kuştin.

Li vê de, deqa danpêdan a tometbarên bûyera terorîstî tîn in  ziman. Ji ber rêzgirtina kesûkarên qurbaniyên vê bûyerê, dîmen û dema  teqekirinê zelal nekirin e.

 

Encumena Asayişa herêma Kurdistanê

26 Tîrmeh 2019

Jêder: K24