Serrûpel Nûçe Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Marotto rizgarkirina Kobanî pîroz kir

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Marotto rizgarkirina Kobanî pîroz kir

Belav bike

Kolonêl Wayne Marotto berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, bi munasebeta rizgakririna Kobanî (26.01.2015) li ser Twittera xwe peyamek bi zimanê kurdî belav kir.

Di peyama xwe de wiha got:

Îro roja azadkirina Kobanê ye. Di 26ê Çileya 2015an de şervanên Kurd, bi piştgiriya ezmanî ya @CJTFOIR Kobanî azad kirin û têkbirina DAIŞê baş nîşanî cihanê dan. Herwiha, armanca wan a stratejîk jî red kirin. Em Kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî û pêbawer.