Li Erebistana Siudî, bi hinceta mirov kuştinê û çete ava kirinê, 5 hemwelatiyên Yemenê hatine dardakirin. Rayedarên Erebistana Siudî di derbarê dardakirina 5 mirovan de agahî belav kirin. Li gorî daxuyaniya rayedaran, ji aliyê çeteyê ve welatiyekî Erebistana Siudî dijwar hatiye derpkirin û dûra jî bi xeniqandinê hatiye kuştin.
5 mehkumên ku hatine dardakirin, li qada bajêr bi vînçan li jor hatine girtin û bi vî awayî hatine teşhîr kirin.
Li Erebistana Siudî hikmên şerîatê tên sepandin. Kesên ku bi sûcên wek dizî, tecawûz û cinayetê cezê dixwin, bi cezayê dardakirinê têne cezakirin. Heta niha dardakirineke bi vî awayî nehatibû dîtin.
Hejmara kesên ku îsal li Erebistana Siudî hatine dardakirin, gihaşte 46 an.
AVESTA KURD











































