Serrûpel Nûçe “Li başûrê Kurdistanê jin di cehenemê de ye“

“Li başûrê Kurdistanê jin di cehenemê de ye“

Belav bike

“Ji bo jinan rewş bêtir xeternak e. Jin di jiyana gundewariyê de heta mirinê li ber xwe dixebite, li ber xwe dide. Bi tenê ji bo malbat û zarokên xwe kedê dide, lê tevî ku hurmet û qîmeta mafê wê ye nayê dayîn, ji tundiyê jî para xwe digire û nayê fêmkirin ka li gel vê rewşê jî bi çi rengî dikare xwe li jiyanê bigire. Rastiyeke bi vî rengî li holê ye. Ya li bajêr jî dijî, li gorî rewşa xwe, her çend di warê bedenî û tenduristî de cudahî hebe jî, ji aliyê statuya tê de tê ragirtin ve weke hev e, di statuya koledariyê de ye. Ji bilî xizmeta ji mêr re, çêkirina zarokan û xwedîkirina malbatê ti roleke xwe nîne. Cînayetên jinê, hejmara jinên nema karî xwe li vê êş û azarê rabigirin û xwe dişewitînin, ne kêm e. Li Başûrê Kurdistanê ji bo jinê jiyan û dojeh mîna hev in…”

“Rizgariya ji Saddam jinên Kurd azad nekir. Jiyana wan bedewtir nebû, sîstemeke civakî ya bi hezkirin û hurmetê ava nebû. Jin a mehkûmî jinbûyîna kevneşop hat hiştin, dîsa bi heqaret, tundî û zexta mêrê desthilatdar re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê pirsgirêka jinê pirsgirêkek ji pirsgirêka neteweyî wêdetir e. Li Başûrê Kurdistanê şoreşa jinê şert e. Bi awayekî din ne civak dikare bi pêş bikeve, ne rejîm dikare demokratîk bibe, ne jî hemû beşên civakê dikarin bêhnekê vede. Bi kurtasî divê pergala civakî-siyasî ji nû ve li ser bingeha demokratîk bê avakirin. Ji bo vê jî pêwistî giranî ji nîqaşên ronakbîriyê yên bi dengê bilind, were dayîn.