Serrûpel Magazîn M. Mungan: Em ne yarê hev in

M. Mungan: Em ne yarê hev in

Belav bike

Nivîskar û helbestvan Murathan Mungan, ji ber paşgotinîya ku bi salan e tê gotin, êdî xwe ranegirt û daxuyaniyek da çapemeniyê. Her tim tê îdiakirin ku, Murathan Mungan û stranbêj û bestekar, solîstê koma “Yenî Turku” yê Derya Koroglu yarê hev in. Heta dihat îdiakirin ku, klamên wek “nebûya nameya te (olmasa mektubun)”, û “dixwazî bila qet destpêneke (istersen hiç başlamasın”, Murathan Mungan ji bo Derya Koroglu nivîsandiye û Derya Koroglu jî besta ev klamana çêkiriye. Mungan di daxuyaniya xwe de ev îdiayana jî derewandin û diyar kir ku, bestekarên ev klamana hin kesên din in. 
Murathan Mungan, di daxuyaniya xwe de, vê paşgotinîyê şerm dibîne û bi xwe û Derya Koroglu re wek neheqî dihesibîne. Dibêje, ti cara min nasnameya xwe a cinsî veneşartiye lê îdiayên hanî ku her tim tê bilêvkirin, berî her tiştî, li hemberî xebat û keda me ku ev stranên hêja afirandine, bêhûrmetiye. 
Murathan Mungan, nivîskar, rewşenbîr û helbestvanekî naskirî û lêhatiye. Xelkê Mêrdînê ye. Sedema derketina îdiayên bi vî awayî ew e ku, Murathan Munhan tê zanîn ku hevezayend e.