Serrûpel Nûçe Gorran-YNK û istîxbarata Îranê bi dizî dicivin

Gorran-YNK û istîxbarata Îranê bi dizî dicivin

Belav bike
li gora nûçeyeke Rûber ew hevdîtin bi şêweyekî ne rewayî têne çêkirin.

Di nûçeyê de tê gotin ku hefteya borî li Mezra Qasime Reş, istîxbarata Îranê hevdîtin ligel Noşîrwan Mistefa pêk aniye.

Her wiha trafîka istîxbarata Iranê ji bo Silêmaniyê berdewam e.

Di wan hevdîtinan de, berpirsiyarên YNK jî amade bûne.

Her wiha şandeke bilind ji Itîlaata Îranê (Istîxbarat) li Silêmaniyê serdana Noşîrwan Mistefa û xanima Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed kiriye (endama polîtbîroya YNK).

Nûçe destnîşan dike ku şanda Îranê li mala Noşîrwan Mistefa serdana wî kiriye.