Serrûpel Nûçe Polîs li Tirkiyê di 24 salan de 552 zarok kuştine

Polîs li Tirkiyê di 24 salan de 552 zarok kuştine

Belav bike

Li Tirkiyê şîdeta polîsan bala rojnameya Îngiliz Guardianê jî kişandiye. Rojnameya Guardian, li ser şîdeta polîsan a li Tirkiyê lêkolînek kiriye. Li gorî eşkerekirina rojnameya Guardianê, di nav 24 salan de, 552 zarok ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.
Rojnameya ku li cîhanê herî zêde xwedan xwendevan e, hefta çûnê jî, Mazlum Akayê 11 salî yê ku bi guleya polîsan hat kuştin, nûçeya Mazlum weşand.  Rojnameyê di nîçeya xwe de cih da Mazlumê ku 4ê Tebaxê jiyana xwe wenda kiribû û li ser vê, di sala 1988an vir ve, zarokên ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin lêkolîn kir.
Rojnameya Guardianê, di nûçeya xwe de cih ji daxuyaniyên bavê Mazlum Akay re jî veqetand û gotinên wî weşandin.