Di van roja pîroz de, ku rojeke gelek giring e, di dîroka neteweya Kurd de, ez ji xwe dipirsim, gelo me di va dema dirêj de, ji avakirina komara Kurdistan ve, ta îro, çi nîşan dan cîhana derdora xwe, ku rast em neteweyekin ji neteweyên va gerdona fireh! Ka, em çend gavan bi pêş ve çûn, di rêya azadiya xwe de? Di avakirina mala xwe de, di paristina hebûna xwe de, li hember van hêrişên hovane, ku ji her aliyekî ve bi ser me de tên?