Serrûpel 2013 Çile

Arşîva mehane: Çile 2013

Li Diyale gurçikek bi 40 hezar dolar tê firotin

Çend salek dibe li hinek bajarên İraqê mirov ji ber hejariyê gurçikên xwe difroşin bêyî wêya ku li tendirûstiya xwe bifikirin. Li Herêma Kurdistanê jî ev mijar hat rojevê û gelek caran di medyayê de hat behskirin, ên ku herî zêde gurçikên xwe jî difroşin ew Ereb in ku rewşa wan a aborî nebaş e.

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyên girîng

AVESTA KURD - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku “mesela kesên ku di şerê navxwe de wenda bûne” girêdayî PDK û YNK ye û wiha axivî: “Em nikarin ji rastiya şerê navxwe birevin û înkar bikin.” Barzanî bang li Bexdayê jî kir girêdayî rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê be û wiha got: “Eger Bexda pereyê şîrketan nede emê dîsa petrolê hinarde bikin.”

“Têkiliya cînsî ji nimêjê girîngtir e”

AvestaKurd - Sibel Uresîn, jina ku ji malbatên mutedeyîn re "rêbertiya jiyanê" dike, di hevpeyvîna xwe, a ku bi rojnameya Akşamê re kiriye de, li ser navê îslamiyetê gotinên balkêş dike. Dibêje, "têkiliya cînsî ji nimêjê jî girîngtir e."

Bergumanê kuştina li Parîsê hate girtin

AVESTA KURD - Îro şexsê yekemîn di cinayeta ku li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd yên siyasetvan hatine kuştin, ku weke berguman hate dîtin, hate girtin.

Kesê li Parîsê hatî girtin navê wî Omer e

AVESTA KURD - Weke tê zanîn li Frensa di doza kuştina 3 siyasetvanên Kurd yên jin de, du berguman hatibûn girtin.

Serokwezîr ligel serokê parlamentoyê civiya

AVESTA KURD - Îro serokê parlamentoya Kurdistanê Arslan Bayîz pêşwaziya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel kir...

Barût li ser destê yekî girtî dîtin

AVESTA KURD - Rojnameya Frensî 20 Minutes nivîsand ku yek ji kesên ku hatine girtin û guman hene ku destê wî di kuştina Sakine Cansiz û her du hevalên wê de hebe, şopên barûdê li ser tiliyên wî û paltoyê wî hatine dîtin.

“Li pişt qetlîama li Parîsê Gladioya NATO heye“

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, bi rojnamevana Vatanê Emîne Şenocakli re hevpeyvînek çîkir. Demîrtaş, di hevpeyvîna xwe de îfade kiriye ku qetlîama li Parîsê a li dijî sê jinên Kurd, asil karê Gladioya NATO'yê ye.

Îro wê gelek tişt eşkere bibin

AVESTA KURD - Îro seet 17.00 li avahiya seraya Adliyeyê, dozgerê ku doza cînayeta Parîsê dişopîne, rançois Molins daxuyaniyekê dide.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com