AvestaKurd - Datta Phuge, li bajarê Hîndistanê li Pimpri-Chinchawê dijî. Bona ku bala jinan bikişîne ser xwe, rêbazeke balkêş ceribandiye.
Phuge'yê 32 salî, ji xwe re qutikekî zêrîn daye dirûtin û bi vê dibêje ti jin nikarin min red bikin.
AVESTA KURD - Îran di ser Îraqê re 50 tir melzemeyên eskerî ji rejîma Esed re dişîne û Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jî 1 milyon dolar û hejmareke tankerên sotemeniyê dide PYD.
AVESTA KURD - Karbidestên Tirkîyê hevdîtinan bi rêberê girtî ya Partîya Karkerên Kurdistanê re dikin, di bizavekê de jibo bi dawî anîna şer û tundûtûjîyan li Tirkîyê.
AvestaKurd - Hunermendê Kurd Xêro Abbas, bû mêvanê bernameya kanala Haberturkê a bi navê "Rewşa Welêt - Memleket Halî". Xêro Abbas stranên xwe yên wek "Xerîbo", "Hêvî û Evîn", "Westîyabû", Kezî Zerê" xwendin.
AVESTA KURD - Parlemanterê bajarê Serdeşt û Pîranşehrê bi nivîsekê hoşdarî da wezîrê navxwe ê Îranê û daxwaz kir ku berpirsyar û encamderên êrişên li ser kasibkarên ser sînoran bên cezakirin.
AvestaKurd - Hevserokê KCDê Ahmet Turk, îro piştî civîna BDPê a ku li meclîsê pêk hat, di derbarê hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyeke kin da çapemeniyê û diyar kir ku, daxwazên Ocalan zorê nade dewletê.
AvestaKurd - Hemwelatiyê bi navê Metîn Ozturk, li ser hesabê Facebooka xwe, ji ber ku agahiyek parve kiribû, bi 10 kesên din re hatibû binçavkirin û dûra jî ew şandibûn girtîgehê. Dadgehê 9 sal û 7 meh ceza ji wî re birî.