AVESTA KURD - Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dozgerê rejîma Îranê yê Sineyê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê yê girtiyên Kurd ên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî ku birayên hev in, çûye girtîgeha Gewher Detş a bajarê Kerecê. Ev agahî ji aliyê dayika wan ve hat piştratkirin. Tê îdîakirin ku dibe her du bira di nava sê an çar rojan de bêne bidarvekirin. Balkêş bû ev mijar di duwemîn salvegera darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Huseyîn Xizirî de hat rojevê.