AvestaKurd - Îro (17.03.2013) li Kurdistan û Tirkiyê li 50 navendî, bi beşdarîya bi sedhezaran newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiyên Wan û Stenbolê hêjayê dîtinêbûn. Li Wanê Ciwan Haco jî hebû.
AvestaKurd - Doh danê êvarê li Amedê banka hate şêlandin. Şêlanker, di dest de çek, kete bankayê û peywirdarê gîşeyê tehdît kir û 20 hezar lîre ji bankayê girt û ji holê wenda bû.
AVESTA KURD - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk li gundê Çeqilme yê Efrînê avêtin ser mala endamên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û di encamê de ciwanekî 24 salî hat kuştin. PYD jî vê yekê wek “tehrîk” li dijî xwe dibîne.
AvestaKurd - Li Zanîngeha Bîlgî, bi minasebeta weşana sedsaliya Kovara Rojî Kurd konferansek tê lidarxistin. Konferansa bi navê "Çapemeniya Kurd a Osmanî", di 16ê Adara 2013 an de wê pêk bê.
AvestaKurd - Îran, di emeliyata estetîk de li cîhanê di rêza yekê de cih digire. Her sal zêdetirî 200 hezar kes li Îranê emeliyata estetîkê dibe. Welatê ku di emeliyata estetîkê de Îranê dişopîne jî Amerîka ye.
AvestaKurd - Amadekariyên ji bo newroza Wanê a îsal bi dawî bûn. Di pîrozbahiya newroza Wanê a di 17ê Adarê de, stranbêjê bi navûdeng Ciwan Haco jî cihê xwe digire.