AvestaKurd - Derkete holê ku PKKê, hîn ku 8 dîlên di destê xwe de radesta şandeyê nekiriye, ji bo dîlan ji Nexweşxana Biryargeha HPGê rapora tenduristiyê derxistiye. PKKê dîl bi girteya ku bi Kurdî hatiye amadekirin radesta şandeyê kiriye.
AvestaKurd - Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, diyar kir ku, li Kurdistan û Tirkiyê xortên Kurda dişînin şer û pevçûnên li Suriyê. Tan dibêje, me di vê mijarê de ji malbatan gilî girtine û li hikumetê dipirse, gelo rastiya vê çi ye?
AVETSA KURD - Ofîsa serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de nûçeya hindek kanalên mediyaya tirkî ku, qaşo Metîn Barzanî biraziyê serokwezîrê Kurdistanê li Tirkiyê hatiye girtin red dike û dibêje ku, ti esas ji wê nûçeyê re nîne.
AvestaKurd - Cîgirê Serokwezîr Bekîr Bozdag, daxuyaniyeke wek bersiva BDP'ya ku bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" dixwaze da. Bozdag got, "Ji Ocalan re ef tine, nikare siyasetê bike. Kurd wekhev in, tiştekî wek statû ne pêkan e."
AvestaKurd - Hilbijartina ji bo papayê nû a ku li Vatîkanê pêk hat bi dawî bû. Papayê nû yê 266. Kardînalê Arjantînî Jorge Mario Bergoglio ye. Bergoglio bû rêberê rûhanî yê mîlyarek û 200 mîlyon Katolîkan.
AVESTA KURD - Parlamenterê BDP’ê yê Culemêrgê Esat Canan ku di serdana xwe ya Erebistanê de li hemberî tunebûna ala tirk nerazîbûn nîşan dabû û ala tirk bi sitûna otelê ve kiribû, got: “Ev al ne tenê ya tirkan e. Ev ala kurdan e jî.”
AvestaKurd - PKKê, 8 dîlên di destê xwe de serbest berdan. Dîlên ku ji polîs, qeymeqam û leşkeran pêk dihatin, şandeya ku li Tirkiyê çû, bi merasîmeke radest kirinê, teslîm girtin.