Serrûpel 2013 Adar

Arşîva mehane: Adar 2013

“PKK di nav 10 rojan de wê dîlan berde“

AvestaKurd - Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, li Kurdistana Başûr li Hewlêrê, di derbarê leşkerên dîlgirtî yên di destên PKKê de daxuyanî da. Kişanakê diyar kiriye ku heta 10 rojan, PKK wê dîlgirtiyên di destên xwe de serbest berde.

“Şêr nabine çeqel“

AvestaKurd - Parlementerê Amedê yê BDP Altan Tan, bersiv da îdiaya di derheqê wî de ku dihat gotin, "girteyên hevdîtina li Îmraliyê wî eşkere kirine." Tan got, "Şêr nabine koremişk. Şêr ku dixwaze tiştekî bibêje rasterast dibêje."

Rebeno! Ne dikare bigrî û ne jî bikene

AvestaKurd - Li Îngiltere, zarokê bi navê Isaac Hughes, ji ber nexweşiyeke ku kêmtir tê serê mirovan, ne dikare bikene û ne jî dikare bigirî. Zarokê reben, nikare kêleka xwe jî binêre û nikare îfadeyên rûyê xwe jî biguherîne.

Barzanî ji bo kirîna çekan neçûbû Rûsya

AVESTA KURD - Serokatiya herêma Kutdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ew nûçe ku, qaşo serdana serokê herêma Kurdfistanê bo Rusiyayê ji bona kirîna çek bû, red dike.

Şandeya BDP û KCD nameya Qendîlê ji Ocalan re tînin

AvestaKurd - Şandeya BDP û KCDê, li Kurdistana Başûr bi Rêvebirên Konseya KCKê Mûrad Karayilan, Duran Kalkan û Sabrî Ok re hevdîtin pêk anîn. Şandeyê nameya Qendîlê a ku ji bo Ocalan hatiye nivîsandin girtine ku bigihînine Ocalan.

YPG li Rimelanê 30 polîs û leşker dîl girtine

AvestaKurd - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kurdistana Rojava di operasyona Rîmelanê de 30 leşker û polîsên rejîma Baas dîl girtine. Hat ragihandin ku pirraniya navçeya Rîmelan ketiye bin kontrola hêzên YPGê.

“Ez pêşniyara Mirovên Aqilmend qebûl nakim“

AvestaKurd - Stranbêja navdar Sezen Aksu, ji ber ku navê wê jî di nav şexsiyetên ku bona "Komisyona Mirovên Aqilmend" tê bilêvkirin, daxuyand ku, heta niha ji wê re pêşniyar nehatiye lê ku were jî ew qebûl nake.

Barzanî li ser diyalogê îsrar dike

AVESTA KURD - Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya sefîrê Amerîkayê yê li Bexdayê Stephen Beecroft û heyeteke pê re kir.

Hat îdiakirin ku Altan Tan diyalog eşkere kiriye

AvestaKurd - Bi granî di rojeva siyaset û çapemeniya Tirkiyê de, ji naveroka hevdîtina di navbera Ocalan û şandeya BDPê zêdetir, pirsa "kê eşkere kir" heye. Hat îdiakirin ku parlementerê Amedê Altan Tan naveroka hevdîtinê eşkere kiriye.

Parlementoya Brîtanya jenosîda li Kurdistanê nas kir

AvestaKurd - Parlemena Brîtanya, bi biryareke ku îro girtiye, jenosîda li dijî Kurdan a li Kurdistana Başûr nas kir. Berê jî welatên wek Norweç û Swêdê jenosîda Kurd qebûl kiribûn.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com