Li gor agahiyên gihane Rûdawê, 2 rafîneyên petrolê li gundê Hemze Begê li rojhilatê bajarê Rimêlan hene.
Şervanên YPGê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ew palavgeh ji Tirkiyê di rêya du destberan re anîne. Yek bi navê Hikmet Silîvanî ji başûrê Kurduistanê ye û yê din bi navê Hac Abdilrehman e û ji bajarê Mêrdînê yê bakûrê Kurdistanê ye.
Depo û amûrên wan palvgehan li bajarê Dîlok ê bakûrê Kurdistanê hatine dirûstkirin. Yek ji wan rafîneyan dikare rojane 400 m3 û ya din jî dikare 800 m3 petrolê berhem bîne.
Kesên ku li ser van herdu rafîneran kar dikin di bin navên tevgerî de dixebitin.
Li gor heman agahiyan, kesê ku serpereştiya firotina rojane ya mazotê dike, bi navê Eliyê Şêr tê naskirin, ew xelkê Bakurê Kurdistanê ye.
Her roj, berhema mazotê ya herdu palavgehan ber bi cihên nediyar ve diçe û xelk bêpar dimînin.
Roja çarşemê, 5 tankerên barhilgir gihan Bajarokê Girkê Legê ku palavgehên nû, alavên germkirin û sarkirinê û depoyên mazotê bar kiribûn.
Rûdawê hewl da nêrîna berpirsên YPGê li ser vê mijarê werbigire, lê hewl bê encam bûn.
Wezîrê petrolê yê Sûriyê roja pêncşemê ji BBC re ragihand ku wan derbarê petrolê de bi kurdan re li hev nekirine. Herwiha diyar kir ku berhema petrolê ya Sûriyê berî destpêkirina bûyeran 380 hezar bermîl di rojê de bû û niha daketiye 70 hezar bermîlî. (Rûdaw – Rengîn Şero)












































