Serrûpel 2013 Tebax

Arşîva mehane: Tebax 2013

Dêrîka Hemko hate bombekirin

AVESTA KURD- Li rojavayê Kurdistanê, Dêrîka Hemko ji aliyê balafira artêşa Rêjîmê ve hate bimbekirin.

Lijneya şopandina rastiyan derbasî Rojava bû

AVESTA KURD - Lijneyek ji 8 kesan pêk hatiye û nûnerê her çar parçeyên Kurdistanê di nav de hene. Armanca wê jî şopandina rastiyan a derbarê kuştina welatiyên kurd e û ev lijne ber bi rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin.

“Şerê PYD û Cebhetul Nusra li ser neftê ye”

AVESTA KURD - Omer Şêxmûs endamê damexrênerê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û siyasetmedarê naskiriyê rojavayê Kurdistanê di hevpeuvîneke xwe de digel malpera Xendan behsa rewşa rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku, pêkanîna hikûmeta rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve karekî namaqûl û ne rêalîstî ye. Şêxmûs dibêje ku, şerê PYDê û Beryê Nusre li ser bîrên neftê ye ne meseleke netewî ye û dibêje ku, wî goman li ser hebûna komkujiya li dijî gelê kurd ya ku, PYD behis dike heye:

Ev her du xuşk hîn jî dijîn

AVESTA KURD - Di dema komkujiya Helebçe de, xuşkekê, xuşka xwe ya biçûk li pişta xwe kiriye û ji tirsa mirinê digirî.

Rewşa siyasî ya Kurdistan, herêm û cîhanê

Serdema niha serdema rizgarî û azadbûna neteweyên sîtemlêkirî û li bin destê dîktaroriyetê ne. Li sedsala derbasbûyî de hilweşana Yekîtiya Sovyeta berê hêlek ji bo komelê‌yên neteweyên bindest rexsand ku azad bibin û serbixweyî ya xwe rabigihînin û bibin xwediyê dewleta neteweya xwe.

Xelkê Til Eran û Til Hasilê diaxife

AVESTA KURD - Binêrin li Til Eran û Til Hasilê çi qewimî. Xelkê wan her du gundan diaxife, çi dîtine wê dibêjin.

DAXUYANÎ: Nûçeya Bizavpress derew e!

Duhî 16.08.2013ê malpera Bizavpress nûçeyek weşandiye ku, qaşo serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye ku, Celal Talebanî serokomarê Îraqê federal wefat kriye.

Cîgirê serokwezîrê Sûriyê îro mêvanê Rûdawê ye

Cîgirê serokwezîrê Sûriyê û wezîrê bazirganiyê Qedrî Cemîl, ji Şamê bi riya satelîtî bi şêweyekî zindî dibe mêvanê televîzyona Rûdaw, li ser pirsa Kurdên rojava û gelek pirsên din tê axaftin.

Fethullah Gulen li vê derê dijî

AVESTA KURD - Rêberê Cemaeta Olî ya ku bi navê "Cemaeta Fethullah Gulen" tê naskirin û beşekî bezin ji siyaset, aborî, medya, komele, bank, zanko û dibistan li Tirkiyê di destê wê Cemaetê de ne, Fethullah Gulen di vê malê de, li Emerîka, li eyaleta Pennsylvania li çiyayê Pocono dijî.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com