Şer li Kerkûkê giran dibe
Bajarê Kerkûkê di rewşeke xirab re derbas dibe, ku ji nîvro heta niha şer û pevçûn li bajar berdwam in û di encam de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 60’ê din jî birîndar bûn.
Kurdên sûrî: yan faşîzm yan birakujî
Dema ku şoreşa milletên Sûriyê vêket li dijî rejîma totalîter a faşîst a partiya Baas û malbata Esed ku bûye pêncî sal ax û insanên Sûriyê dagîr kirine, hêviyên gelê kurd jî geş bûn dema dîtin ku ev rejîm êdî lawaz dibe û tê ku biruxe.
Filmê Mano Xelîl diçe festîvala Dubai
Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ bi Almanî „Der Imker“ ê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema a navnetewî a Dubai 2013 hat hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe. Film wê roja şemê 6.12 Seat 5.30 li Mol Dubai 5 were şani dan. Cara duemîn wê roja Duşemê 9.12 seat 6 li Mol Dubai 7 were temaşekirin.
Îraq: Yan Petrol yan jî Haşimî
AVESTA KURD - Îraq ji bo çavê xwe ji hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê re bigire, daxwaza radestkirina cîgirê berê yê serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî ji Tirkiyê kiriye, parlamenterekî Kurd ê ser bi Tevgera Goran jî vê daxwaza han mantiqî dibîne.
“Alîkarê Mesrûr Barzanî bi krîza dil miriye”
Edîb Hemîdê hevkarê Serokê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi krîza dil miriye û dema rewşa wî ya tendirûdtî jî têk çûye birayê wî li balê bûye.
PYD Rojavayê Kurdistanê kir 3 perçe
AVESTA KURD - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rojavayê Kurdistanê, bi biryarekê kir 3 perçe.
Kurdên rojava li başûr çi dahêner in!
AVESTA KURD - Ji tunebûnê, Kurdên me yên rojava ku li başûr dimînin çi tiştên xerîb têne bala wan, dibin dahêner!!!
Pirs çi bû wî çi bersiv da!
AVESTA KURD - Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ku yek ji kesên herî bi bandore di nava PYD de, hevpeyvînek ligel ajansa Firat çêkir.
Hinekan bi navê wan rûpel vekirine
Sekreterl rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku kopiyek jê gihişte AVESAT got, "ev demeke ku ser tora civakî, Facebook û çend malperên din bi navê birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Nebîle xan, hevsera serokwezîr û kak Idrîs kurê wî, hatine vekirin.
Barzanî ligel Kurdên rojava dicive
AVESTA KURD - Çaverêtêkirin ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bargeha xwe ligel şandeke ji Encumena Niştimanî ya Kurdî bicive.



































