Salih Mislim ji serokatiya PYD tê bidûrxistin
AVESTA KURD - Hate idîakirin ku wê hevserokê niha yê PYD Salih Mislim ji wezîgeya wî were bidûrxistin.
Zaxo Zagros êrîşî PDK kir
AVESTA KURD / Di demekî de ku hevdîtinên navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navbeyinkariya Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tên meşandin, endamekî serokatiya PKKê bi tundî rexne li PDKê kir û îdia kir ku helwesta PDKê li hember Rojava wek helwersta rêxistina Cebhetl el Nusra, Tirkiye û “hevpeymaniya erebî” ye.
Keça serokê Hindorasê bû bûka Kurdan
AVESTA KURD / Kurdekî ji Adiyamanê, bi navê Talha Ozgerê, li Istanbolê bi keça serokomarê Hindorasê Sosayî Rosay, bi Rosa Elena Lobo Juarez re zewicî.
Tu bêhtirî li çi televîzyona kurdî temaşe dikî?
AVESTA KURD - Tu bêhtir li kîjan televîzyona Kurdî temaşe dikî?
Dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
Rojnamevan û nivîskar Fadil Ozçelik dinivisîne...
Serokwezîr: Em ji Salih Mislim vê dixwazin…
AVESTA KURD - Di hevpeyvîna xwe de ya ligel televîzyona Erebî El Erebiye, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên ligel PYD û rewşa Kurdên rojavayê Kurdistanê axifî.
2 Kurdên rojhilat li sînorê Colemêrgê cemidîn
AVESTA KURD / Piştî 3 rojan ji lêgerînê, laşê 2 Kurdên rojhilatê Kurdistanê li sînorê bakurê Kurdistanê li Colemêrgê (Hekarî) di bin berfê de cemidî hatine dîtin. Navê wan: Perwîz Dîkhanî, Zênel Dergahî.
“Nexşeya Kurdistanê di nav dil û hişê Kurdan de ye”
AVESTA KURD / Nexşeya Kurdistanê ya ku her roj di bûltena rewşa hewayê ya Rûdaw TV de tê nîşandan, ev sê roj in bûye rojeva medya û hikûmeta Tirkiyê û beşek ji azerên Îranê. Herî dawî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, derheqê nexşeya Kurdstanê ya Rûdaw TV de got: “Em wê nexşê ciddî nagirin.” Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî derheqê vê yekê de diyar kir ku mebesta Rûdawê birîndarkirina hestên ti neteweyekî nîne û wiha got: “Nexşeya Kurdistanê ya Rûdawê di nav dil û hişên kurdan de ye.”
Ligel Wezîrê Ragihandina Sûriyê (zindî)
AVETSA KURD - Îro seet 19.00 li gora dema Hewlêrê hevpeyvîneke zindî ligel wezîrê ragihandina Sûriyê Omran Al Zubî heye. Ewê ji Şamê bi riya satelîtê beşdarî bultena seet 19.00 bibe ku di televîzyona Rûdaw de ji aliyê rojnamevan Dilxwaz Behlewî ve hatiye amadekirin, û rojnamevan Dilbixwîn Dara tê pêşkêş dike.
Poşmane ji ber ku…
AVESTA KURD - Stranbêjê Kurd Îbrahîm Tatlises, ne ji ber meseleke siyasî, yan jî ji ber tiştên girêdayî jiyana wî, lê ew ji ber dikana xwe ya lehmecûnan poşman e.



































