Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî tank û helîkopteran dixwaze

Mesrûr Barzanî tank û helîkopteran dixwaze

Belav bike


Televizyona BBC di raportekê de li eniya Rebîe behsa serkeftin û jêhatîbûna Pêşmergeyên Kurdistanê dike ku bi alîkariya êrêşên esmanî, Pêşmergeyan kariye çekdarên DAİŞ’ê neçar bikin ku paşde vekişin û çend navçeyên berfireh ji wan paqij bikin.

Di vê derbarê de Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji BBC re dibêje: ‘’Herçiqas civaka navdewletî soz daye ku çekên giran bidin Hêzên Pêşmerge, lê belhe heta niha Pêşmergeyan ew çek wernegirtine ku ji bo vî şerê dijwar phediviya wan pê heye.’‘

Mesrûr Barzanî ku niha ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên şer e, wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Me ew çek wernegirtine, ku ji bo vî şerî pêdiviya me bi wan heye, ku dibe şerekî gelekî dijwar û em xelkê ji dest didin. Wek hemû kes dizane em li vir in, Pêşmergeyên me li vir in û canê xwe dikin feda.’‘

Barzanî da zanîn ku tişta ew ji cîhanê dixwazin ew e daku çekên giran û bi bandor bidin Pêşmergeyên Kurdistanê bo parastina xelkê, ji ber ya rast ew ji dêlva cîhanê şerê DAİŞ’ê dikin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Divê çekên bi bandor wek tank, antîtank û helîkopter ji Pêşmergeyên Kurdistanê re bên şandin.’‘ BAS