Serrûpel 2014 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2014

Nêçîrvan Barzanî serweta xwe eşkere kir

AVESTA KURD - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, forma eşkerekirina sermiyan û serweta xwe dagirt û teslîmî komîsyona Destpakiyê ya Kurdistanê kir. Serokê Komîsyonê Dr. Ehmed Enwer ji Rûdawê re diyar kir ku Barzanî ew form dagiritiye û daye wan, lê naveroka wê eşkere nekir. Enwer got, komîsyona Destpakiyê serwert û sermiyana tu berpirsekî eşkere nake, tenê wê çavdêriya serweta wan bike.

KOBANÎ: Miştenûr hate rizgarkirin (Vîdyo)

Duh bi şev êrîşeke giran çû ser Kaçê Miştenûr û di encamê de ew cihê stratejîk û dîrokî ji dest DAIŞ hate rizgarkirin. Niha Pêşmerge û şervanên Kurd bi hev re bargehên DAIŞ li Helincê topbaran dikin. Hinek jêder diyar dikin ku Miştenûr bi tevayî nehatiye rizgarkirin, lê beşek jê rizgar bû ye. Miştenûr li başûrê rojhilatê Kobanî dikeve, cihekî dîrokî û stratejîk e, gelek şikeft têde hene, kontrolkirina wî Kaşî, rê li ber wê yekê vedike û ji aliyê rojhilat û başûr ve DAIŞ were çemberkirin.

Îlham Ehmed sûc xiste stûyê ENKS

AVESTA KURD / Endama Komîteya Birêvebir ya Tev Demê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke xwe de ligel malpereka ANIHA ya nêzîkî PYD got, ji ber ku heta niha ENKS civînên xwe bi dawî neanîne û negihiştiye tu biryarekê, xalên Rêkeftina Duhokê nehatine bi cîkirin.

“Her roj em îşkence dikirin“

Girtiyekî ji Kobanî behsa rojên xwe yên li cem DAIŞ dike... (Vîdyo)

Kurdistan di belgeye Osmanî de

Rojnameya Radikala Tirkî, bi sernavê Çareseriya Hezarsale di hejmara xwe ya roja 09/11/2014an de digel belgeyekî mêjûyî ku tê de navê Kurd û yê Kurdistanê jî hene, pêşkêşê xwendevanên xwe kiriye:

“Kesên petrolê ji DAIŞ dikirin xayîn in!”

AVESTA KURD - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe ya parlamentoya Kurdistanê de, ku têde stratejiya petrola Kurdistanê destnîşan kir, bal kişande ser wan kesan ku petrolê ji DAIŞ dikirin û got, "Ew kes xayînên niştimanî ne û wê tund werin cezakirin"

Hevpeyvînek ligel romanivîs Jan Dost

Jan Dost: Ez pir xemgîn im. Pê dihisim ku stirî di ruhê min re diçin, pê dihisim ku dilê min ketiye nav qîlên dirindeyekî mezin. Xewa min pirr kêm bûye, nikarim hestên xwe derbibirim. Her roj li dîmênên wêranbûna Kobanê temaşe dikim, li berxwedanê temaşe dikim û diêşim...

DAIŞ mizgeft li Kobanî teqandin

Çekdarên DAIŞ’ê, teqandina Mizgefta Hecî Reşad li Kobanê, careke din nîşan dan ka bi çi rengî nêzîkê ola Îslamê dibin. Çekdarên DAİŞ’ê ku bi navê Îslamê şer dikin, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berî ji Mizgefta Hecî Reşad bên derxistin, mizgeft bi bombeyan hilweşandin.

DAIŞ: Rêxistineke bi 10 navan

AVESTA KURD- Yekemîn rêxistina îslamî ya tundrew ku li dinyayê 10 navên wê hene, DAIŞ e.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com