Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Demirtaş li cem Barzanî ye (FOTO)

Serok Barzanî îro pêşwaziya hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş û şanda ligel wî kir. Babetên sereke ku hatine gotûbêjkirin, pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê, rewşa başûrê Kurdistanê û bi giştî rewşa Kurdan.

Antî-Terora Kurdistanê mezinekî DAIŞ kuşt

Antî-Teror a Herêma Kurdistanê ragihand, ku berpirsekî mezin ê DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdurehman Şîşanî li başûrê Mûsilê hatiye kuştin.

Asayîşa PYD rojnamevanê ARK-TV revand

Rojnamevanê Kurd Ismaîl Elî, li bajarê Dêrikê hat revandin, û sendîka rojnamevanên Kurdistana Sûriyê ragihand metirsiya girtin, eşkencedan û nebedîkirinê li ser tevahiya wan rojnamevanên heye, ku ne alîgirî PYDê ne.

PKK wê petrola Qendîlê derxîne û bifroşe Îranê

Hat zanîn ku PKK amadekariyên wê yekê dike ku neftê li bintara çiyayê Qendîl li Başûr derxîne û bifroşe Îranê. Rayedarekî Herêma Kurdistanê jî dibêje, PKKê sînorên xwe bi temamî girtiye.

Sefîrê Îsraîlê li Almanya ala Kurdistanê bi sînga xwe ve kir

Sefîrê Îsraîlê li Almanya Yakov Hadas-Handelsman, li kêleka ala Îsraîlê ala Kurdistanê jî bi sînga xwe ve kir. Her du di yek rozêtê de ne. Yakov Hadas-Handelsman ji sala 2012 de li Berlînê balyozê Îsraîlê ye.

Asayîşa PYD xortek (17) li Bane Şikeftê kuştin

Asayîşa ser bi PYD ve, li gundê Bane Şikeftê yê ser bi Dêrikê ve kuştin û nehîştin ku xelk cenazeyê xwe rake. Xortê bi navê Hanî Mihemed Sedîq yê 19 salî ji aliyê asayîşê ve hate kuştin.

Mîlyardêrekî Kurd dîsa bû parlamenterê Duma

Mîlyardêrê Kurd Zilîmxan Motosyêv, ji bo cara 5. bû endamê parlamentoya Rûsya Duma. Motosyêv, yek ji kesên nêzîkî serokê Rusya Vladîmîr Putin tê naskirin. Her wiha ew endamê Partiya Yekîtiya Rusya ye, ku Putin serokatiya wê dike. Motosyêv dostekî nêzîk yê serokê Kurdistanê Mesûd barzanî ye. Ew di sala 1959 ji dayîk bû ye û berî demekê 1 mîlyon Dolar weke alîkariyên mirovî dabû dezgeha xêrxwazî ya Barzanî.

%23 ji nefta Kerkûkê ji Necmedîn Kerîm re diçe

Çavdêrekî siyasî ku di heman demê de yek ji rêkxerên xwepêşandanên 17ê Sibatê yen li dijî binkeyên PDKê, aşkera kir, sedî 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hejmara hesaba kesî ya parêzgerê Kerkûkê.

Serjimêrî zerareke mezin digihîne Kurdan

Kantona Cezîrê îro li 7 bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê serjimêrî çêdike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com