Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Kantona Kobanî efûya giştî derxist

Encûmena yasadanînê ya kantona Kobanî bi helkefta cejna qurbanê Efûya giştî derxist. Encûmenê ragihand, kesên ku berî 17 vê mehê sûc kiribûn, li gor peymana civakî dikevine ber efûya giştî. Lê kesên ku tawanên terorê û tawanên li dijî ewlehiya kantonê û tawanên leşkerî kirbin û tawanên kuştinê kirbin, navkin ber efûyê. Herweha kesên ku cara diwemîn bizewicin, wê cezayê wan ji salekê dakeve 6 mehan.

ENKS dawî li greva birçîbûnêanî

Li bajarê Qamişlo emîndariya giştî yaENKS konferanseke rojnamevanî lidarixst û têde raihand, ku ji encûmenên xwecehî yên hemû bajar û bajarokên herêma Cezîrê li rojavayê Kurdistanê xwestine greva berçîbûnê bidawî bînin. Îro di bin zexta malbatên girtiyên siyasî de û li ser daxwaza wan greva berçîbûnê bidawî hat.

Ford agahiyan li ser girtiyên ENKS dixwaze

Sefîrê berê yê Emerîka li Sûriyê Robert Ford, li ser rûpela xwe ya Twêtterê, xwest agahiyên zêdetir li ser girtiyên ENKS di zindanên rêveberiya xweser de bizanibe.

Serokwezîr ji bo Nadya name ji Ban ki-moon re şand

Cenabê Sekreretê Giştiyê NYê... Ez sipasiya we û ofîsa NY ya tayebt bi madeyên hişbir bikim ...

Ev çi ye Shakira?! (foto)

Stranbêja kolombî ya 39 salî Shakira, li studyoyekê dema ku neynûkên xwe oje dikir, tiştekî balkê di odeya wê de hate dîtin. Hinek şopînerên Shakira di Instagram de nivîsandin, ku Shakira bi belavkirina wî wêneyî xwest mesajekê bide evîndarê xwe Pique re bêje, "demeke dirêj dûrî min nemîne û min bi tenê nehêle".

Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî ava bû

Partiya El Wehde ya bi serkirdayetiya Kamîran Hecî Ebdo, di civîneke berfereh de li Qamişlo navê xwe guhert û kir Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî. Ligel guhertina navê partiyê, logoyeke nû ji bo partiyê hate destnîşankirin.

Lîstikvanê Yilmaz Guney Tarik Akan mir

Lîstikvanê sînemayê Tarik Akan, ku dostekî Kurdan bû, û lîstkvanê derhênerê Kurd Yilmaz Guney bû, ji ber pençeşêra kezebê koça dawiyê kir. Tarik Akan, sala 1949ê li Stenbolê ji dayîk bûbû, di sala 1971ê de, dest bi karê sînemayê kiribû. Wî di fîlmên Yilmaz Guney (Yol: Rê, û Suru: Kerî) de lîstibû. Her di fîlma Siyamend û Xecê de serlîstikvan bû. Di sala 1985 de, fîlma Suru li festîvala Cannesê xelata Palme wergirtibû.

ENKS bi wezîrê derve yê Hollanda re civiya -FOTO

Şanda ENKS bi serokatiya serokê wê Îbrahîm Biro û berpirsê pêwendiyên derve yê Encumenê Kamîran Haco, li (Den Haag) Lahay bi wezîrê derve yê Hollanda Bert Koenders re civiya. Şanda ENKS li ser vexwendina wezareta derve ya Hollanda serdana wî welatî kir. Di hevdîtinê de seroka beşê rojhilata navîn di wezaretê de Brighita Tizler jî amade bû. Her du aliyan besa rewşa Sûriyê, û rojavayê Kurdistanê kirin. Şanda ENKS her wiha behsa kiryarên PYD li dijî ENKS jî kir û bal kişande ser êrîşên PYD li ser siyasetmedarên kurd û girtina wan ji aliyê asayîşa wê partiyê ve. ENKS her wiha daxwaza alîkariya mirovî ji bo Kurdên rojavayê Kir. Wezîrê derve yê Hollanda di hevdîtinê de diyar kir ku wê pêwendiyên wan bi ENKS re berdewam bin, û eşkere kir ku ENKS tecribeyeke ji xebata demokrsî û ji tundrewiyê dûr e.

Qamişlo: Greva Birçîbûnê li dijî PYD berdewam e

Qamişlo: Greva Birçîbûnê li dijî PYD berdewam e. Kesên di greva birçîbûnê de daxwaz dikin ku asayîşa PYD serkirdeyên siyasî yên Kurd û endamên ENKS serbest berde.

Ocalan behsa qelewbûna xwe dike (vîdyo)

Serokê PKK Abdullah Ocalan, çima qelew bû ye? Ew bi xwe bersivê dide
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com