Serokê Partiya Çep Mihemedê Mûsê krîza dil derbas kir
Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê rastî kirîzeke dil hat û li nexweşxaneya Nûr li Qamişlo emeliyatkirin û heya niha jî li nxweşxaneyê ye.
Îbrahîm Biro bersivê dide
Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, gelek pêwendiyên dîplomatîk kirine, ew di siyasetê de ne lawaz in û îro Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe.
Derhênereke ji Kobanî xelateke nevdewletî stand
Sînemakareka ji Rojavayê Kurdistanê, Evîn Berazî xelata baştirîn fîlma enîmeyşin a Festîvala Navdewletiya Fîlm a Skandînaviya ya li Filandanê wergirt.
Asayîşa PYD êrîşî gundekî Dêrikê kir şer derket
Îro saat 3 şefeqê hêzên asayşa Dêrkê bi 26 otombêlan avêtin ser gundê Banê Şikeftê yê Dêrkê.
Piştî dorpêçkirna wî gundî ji bo birina xortan ji bo eskeriya bi zorê, hêzên asayîşê derbasî nava gund bûn, di encamê de şer di navbera gundyan û hêzên asayşê de derket, di wî şerî de 3 kes bi navê Hesen Remedan Şahîn, Hesen Qadir Îbrahîm û Yusif Nezîr Îbrahîm birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.
Her wiha 7 kes hatine girtin, di nava girtiyan welatiyekî 60 salî bi navê Ehmed Silêman Xençer heye, û 2 zarokên 14-15 jî hene.
Binêrin serok Barzanî li ser PYD çi dibêje!
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona frensî France 24 got, Frensa bi çekan alîkariya pêşmergeyan dike û ketîbeyeke tankên dûravêj şande herêma Kurdistanê.
Barzanî li ser pirsa SÛriyê got, ew piştgiriya her civîneke kurdî li dike, û ewê li ser wê yekê kar bikin ku peymana Hewlêr û Duhokê di nava Kurdên Sûriyê de careke din zindî bibe.
Serok Barzanî her wiha got, PYD hemû partî û rêxistinên din dane aliyekî û bû beşek ji PKK û PYD pabendî rêkeftinên di nava aliyên kurdî de nema.
Barzanî her wiha bal kişande ser wê yekê ku êdî Sûriyê venagere weke berê.
Civîna Barzanî û Hollande bi dawî hat
Berî niha bi demek kin, civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransa François Hollande li koşka Alesi li Parîsê bidawî bû.
Nêçîrvan Barzanî îro çû sînemayê (foto)
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çû sînemayê û li fîlma Pêşmerge temaşe kir.
Îro berî nîvro serokwezîr, gelek dîplomat, konsol, wezîr û kesayetiyên Kurd beşdarî yekemîn nîşandana fîlma Pêşmerge bûn, ku fîlozofê Frensê Bernard Henri Levy ew çêkiriye û di festîvala navdewletî ya fîlman Cannes de hatibû pêşkêşkirin.
Fîlma Pêşmerge 92 xulekin û li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin. Fîlm behsa şerê Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê dike.
Fîlm li Hewlêrê li Family Mall li sînema Empire hate nîşandan.


































