Serok pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê Emerîka kir
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blînken bi dawî hat.
Zinar Şîno di weşana zindî de giriya (vîdeo)
Rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Yûnanê ewqas xirab e, ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Zinar Şîno di dema raportê û weşana zindî de giriya.
Êzdiyan fîlma “Reşeba“ sekinadin
Fîlma sînemayî ya “Reşeba”, ku behsa êxsîrtî û azadiya keçeka kurd a êzîdî di destê DAIŞê de dike, êdî li festîvala Duhokê nayê nîşandan.
Cendirmeyên Tirk ciwanekî Kurd li Serê Kanî kuştin
Careke din cendirmeyên Artêşa Tirkiyê ciwanek li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kuştin.
DAIŞ çima ji vê jinê ditirse? (foto)
Jina Cihû Rita Katz bi rêya înternetê dize kiriye nav dosyayên nêhînê yên DAIŞê û hinek zanyariyên hûr eşkere kirine.
Li dijî PYD dest bi greva birçîbûnê kirin (foto)
Îro li seranserê herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan û girêvên berçîbûnê ji bo girtiyên siyasî destpê kirin.
Mihemed Ocalan: Tendurustiya Ocalan baş e
Birayê serokê PKK Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan piştî ku li zindana Îmralî serdana birayê xwe kir, îro li Amedê konferanseke rojnamevanî li darxist.
Ocalan got, tenduristiya Abdullah Ocalan baş e, û wî gotiye eger Tirkiyê amade be, projeya wî ji bo aştî û pêvajoyê amade ye.
Ocalan gotiye, nabe welatî werin kuştin û ew dikarin di nava 6 mehan de kêşeyan çareser bikin.
Petrola Kurdistanê di Tebaxê de: 15.800.031 bermîl
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê rapora meha Tebaxê ya derbarê berhemanîn û firotina petrol û gaza Kurdistanê de eşkere kir.
“Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî serdana Ocalan qebûl kir”
Birayê serokê PKK, Osman Ocalan di hevpeyvîneke xwe de got, Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî rê da ku malbata serokê PKK Abdullah Ocalan, biçe serdana wî.
Ocalan got, di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Tirkiyê ku di meha 8 de pêk hat, serok Barzanî ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku pêvajoya aştiyê careke din dest pê bike.
Serkirdeyê berê yê PKK Osman got, ew di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Tirkiyê û bi munasebeta hatine cejna Qurbanê û li ser daxwaza Mesûd Barzanî, rê da malbata wî biçe ser dana Abdullah Ocalan.


































