Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Almanya re xwest
Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrişa bajarê Munich li Wilayeta Bavaria ya Almanya şermezar dike, ku hijmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Dehemîn şahîya kursa kurdî (foto)
Bi helkefta sala dehemîn a kursa kurdî, şayîyek hat li dar xistin. Kursên kurdî ku ji alîyê mamosta Ewdil Dirêj va li Komkar Berlînê û li dibistana bilind Alice Salomon (ASH) tên dayîn ket sala xwe ya dehemîn.
Ummeta lîncê
Ceribandina darbeya 15ê tîrmehê û bûyerên piştê wê, dengên qirçîna hilşîna dewleta tirk û sîstemên wê yên turk-kemalîst û turk îslamîst in.
Dewlet û sîstemên...
Hesen çavê xwe digire û kuafêriyê dike- foto
Hesen Îbiş, kuafêrekî Kurde, li Hollanda dimîne. ji Efrînê ye. Kuafêrekî navdar e, her roj tiştekî nû, styleke nû di kuafêrê de diafirîne, vê carê jî çavên xwe girtin û dest bi qusandina porê mişteriyê hollandî kir, bala her kesî kişande ser.
Asayîşa PYD li Kobanî zarokekî 16 salî kuşt
Asayîşa PYD li Kobanî zarokekî 16 salî bi navê Ebko Mihêdîn Qewas kuşt, sîleh di serê wî de lêxistin û kuştin. Ew zarokê 16 salî ji taxa Kaniya Ereban (Pîşezasî) bû. Li ser kuştina zarokê 16 salî ji aliyê çekdarên asayîşa PYD ve, nerazîbûneke mezin di nava xelkê Kobanî de çêbû, xelk dibêje ew vê yekê ji PYD re nahêlin. Asayîşê bi zora sîlehan xelk ji ser laşê zarokê 16 salî belav kir û nehîşt wî rakin.
Hate ragihandin çekdarê asayîşê ku ew kuştibû, temenê wî nêzîkî 50 salî ye.
Êrîşî otomobîla serokwezîrê Tirkiyê kirin
Wezîrê hundir yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku şeva 15 Tîrmehê derbeciyan bi sîlehan êrîşî otomobîla serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim kirin.
Destê vî generalî di komkujiya Roboskî de hebû -VÎDYO
Akin Ozturk ku fermandarê Hêzên Ezmanî bû li Tirkiyê û destê wî di derbeya eskerî de hebû li dijî Erdogan, eşkere bû ku ew yek ji fermandarên komkujiya Robostî bû.
PARTÎ bersiveke tund da PKK
PDKê beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê kir, ku herkes û aliyek destdirêjiyê bike ser endam û aligirên partiya me divê li benda bersiva tund a partiya me be.
Tirkiyê: Derbecî hatine girtin (vîdyo)
Derbeye eskerî ku duh li Tirkiyê li dijî Erdogan dest pê kir, têk çû û derbecî hatine girtin. Generalên ku serkêşiya derbeyê kirine, wê bi sûcê xiyanetê werine mehkemekirin.


































