Her du serokwezîr bi telefonê axifîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi rêya telefonê gotûbêj kirin.
Dilbixwîn Dara: Bi xatirê we (VÎDYO)
Pêşkêşkarê bernameya 2 Alî Dilbixwîn Dara di derbarê bernameya 2 Alî de daxuyaniyek da.
“PKK terorîste lê YPG ne rêxistinên terorîst e”
Berî ku civîna Nato li paytexta Polonya li Warso dest pê bike, Emerîka di derbarê PYD û YPG de peyameke ku ne bi dilê Tirkiyê ye da.
Piştî li serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibû, li cem wan tu ferq di navbera PKK, YPG û Daiş de tune ye, Emerîka jî li ser zimanê berdevkê wezareta derve John Kerbî got, helwesta wan ne li ser PKK hatiye gihertin, ne jî li ser YPG-PYD.
Kêrbî got, PKK rêxistineke terorîst e, lê li cem wan YPG û PYD ne rêxistinên terorîst in.
Berdevkê wezareta derve ya Emerîka diyar kir ku ew bang li PKK dikin ku dawî li şer û dundrewiyê bîne û vegere ser maseya goftûgoyan.
“Kilît di dest Barzan de ye“
Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Cefer Şêx Mistefa got, pirsên li Kurdistanê bi tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare çareser bike
Emerîka û Tirkiyê li ser Munbicê li hev kirin
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlod Çawişuglu ,ragihand ku welatê wî û Amerîka derbarê çarenivîs û pêşeroja Munbicê de li hev kirine û Waşintonê şertên Tirkiyê qebûl kirine.
Çawişuglu ret kir ku behsa naveroka rêketinê bike û bal kişande ser 120 koçberên Sûrî ku çûne tirkiyê ji ber bûyerên ku li Munbicê diqewimin û derbarê wergirtina wan koçberan de ragihand, Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku navçeyeke aram ji bo koçberan li ser axa Sûriyê bê peyda kirine.
DAIŞ xwedî li teqîna Heseke derket (vîdyo)
Hate ragihandin ku teqîna li Hesekê, di encama êrîşeke xwekujiyê de pêk hatiye. Di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Nifûsa 168 dewletan ji ya Kurdan kêmtir e (foto)
Kurdistan, durûtiya dezgehên navnetewî û em... - Nifûsa 168 dewletan ji ya Kurdan kêmtir e -
Asayîşê terorîstekî Turkmen girt (foto)
Di operasyoneke hevbeş a Ajansa Parastin û Asayişa Dihokê de kiryareke terorîstî li Başûrê Kurdistanê hat pûçkirin û terorîstek bi navê Ebû Fatîme hat girtin.
Şengal: Çend hêz hene? Çend kes in? Kî ne?
Li herêma Şingalê 7 hêzên cûda yên çekdarî hene û Qaymiqamê Şingalê jî dibêje ew tenê hêzên Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê bi fermî nas dikin.
Vî welatî navê xwe guhert û kir…
Komara Çek navê xwe guhert û kir Czechia (Çekya). Li guhertina navê xwe, Çekya Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê agahdar kir. Berdevê ragihandinê yê wezareta derve yê Çekya Michaela Lagronova ragihand ku ew kesekî mecbûr nakin ku navê nû bi kar bîne û ewê bi zeman re navê nû bidin qebûlkirin


































