Itîraf: Behsa êrîşa li ser Rûdawê dike (vîdyo)
Asayîşa Hewlêrê vîdyoya itîrafên kesê ku êrîşî Rûdawê kiribû belav kir.
Hinek Kurdan soz dane Malikî: Em li dijî serxwebûnê ne
Serokwezîrê berê, perçekirina Îraqê weke xeyalekê dibîne û dibêje, Îraq perçe nabe, hinek serkirdeyên Sunne xeyala bi herêmbûna Îraqê dibînin, lê bingeha xemawerî ya Sunne û Şîee li dijî perçekirina Îraqê ne, û qebûl nakin ku Îraq perçe bibe.
Di derbarê pêkanîna referandumê li herêma Kurdistanê û ragihndina serxwebûnê, Malikî got, raste herêma Kurdistanê dixwaze gava xwe ber bi cudabûnê ve bavêje, lê ew ne di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye, şert û mercên welatên cîran rê nadin wê yekê.
Malikî got, tevgerek di nava herêma Kurdistanê de heye ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, lê wî navê wan aliyên siyasî yên Kurd eşkere nekir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.
ENKS ji bo Kurdistana Sûriyê destûrek amade kir
Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê roja sêşemê li Cinêvê work shopekê amade dike û têde gelek kesayetiyên Emerîkî û Ewropî beşdar dibin.
Di wê workshpê de, wê li ser du xalan were rawestandin, yek ji wan sîstema federalî ji bo Sûriyê û danîna destûra Sûriyê.
Work shop wê du rojan berdewam bike.
ENKS destûrek ji bo Kurdistana Sûriyê amade kiriye û ew destûr ji 132 madeyan pêk tê.
Di amadekirina Destûrê de, gelek pisporên Ewropî û Emerîkî beşdar bûne û roja sêşemê heta înê wê bi hev re wê destûrê gotûbêj bikin.
Kesên ku bi ENKS re destûr amade kirine, şarezayên Ewropî û Emerîkî ne di warê amadekirina destûrê de.
Bersiva Îranê da: Bi tu awahî qebûl nakin!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gefên Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê da û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gefên Serdar Selamî red dike û cîrantiyek herdem baş weke bingeha pêwendiyên li gel Îranê dibîne.”
Xwedê bike De Mestura (69) nexurifî be
Piştî Lexzer Brahîmî Stefan De Mestura bû şanderê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo krîza Sûriyê. Piştî ewqas hevdîtin û danûstadin û civîn û name û daxuyanî, niha radibe dibêje hejmara Kurdan li Sûriyê %5. Tevî ku ENKS di danûstandinên Cinêvê de namyeke dirêj pêşkêşî wî kiribû û gotibû ku hejmara Kurda li Sûriyê nêzîkî 4 mîlyonan e, yanî derdora %17.
De Mestura 69 salî ye.
Esed: Ewropî di bin masê de bi me re diaxifin
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de berpirsên welatên rojava di warê siyasî de êrîşî wan dikin û di bin maseyê de de hevdîtinan ligel wan pêk tînin.
Esed di hevpeyvîna xwe de ligel televîzyona resmî ya Australî SBS, got welatên rojava li hemberî krîza Sûriyê du rû ne û ne xwedî prensîb in.
Esed got, ew li aliyekî êrîşî wan dikin, li aliyê din jî nûnerên xwe yên emnî û hikûmî dişînin Şamê û di bin masê de hevdîtinên dizî li gel wan pêk tînin.
Serokê Sûriyê got, hemû welatên rojava, ji bo ku Emerîka bi wan nehese û ji wan aciz nebe, bi nehênî hevdîtinan bi Şamê re dikin.
Erdogan û Esed bi telefonê axifîne
Duh roja çarşemê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Sûriyê Beşar Esed bi telefonê axifîn.
Li gor nûçeyeke rojnameya El Yaum ya Siûdiyê, Erdogan ji Esed re gotiye ku pêwendiyên wan yên dîrokî û kûr hene, û ewê bi her awahî hewl bidin ku krîza Sûriyê were çareserkirin.
Erdogan her wiha gotiye ku Daiş xetereke mezine li ser ewlekariya Tirkiyê û Sûriyê û divê em bi hev re li dijî terorê şer bikin.
Rojnameya El Yaum li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivisîne ku telefona di navbera Erdogan û Esed de bi navbênkriya Rûsya û piştî axaftineke telefonî di navbera Putîn û Erdogan de pêk hat.
Berî niha jî hatibû idîakirin ku li Cezaîrê bi navbênkariya Îranê hevdîtinek di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de pêk hatiye.
Ev nûçe heta niha ne ji aliyê Sûriyê ve ne jî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye piştrastkirin.
Bi miriyên xwe re di eynî malê de dijîn – foto
Li Endonezya, li grava Sulawesi xelkê wê deverê, dema ku miriyên wê dimirin, venaşêrin, ew miriyên xwe di mala xwe de dihêlin û di mal de bi hev re dijîn.
Qebîleya bi navê Toraja, bi wan cesedan re di eynî malê de dimînin.


































