Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Programa li ser Komkujiya Kobanî (zindî)

Bîranîna salvegera yekem ya komkujiya Kobanî li ser Rûdaw Bi boneya bîranîna salvegera yekem ya komkujiya Kobanî ku ji aliyê hin gurûpên rêxistina DAIŞê ve, di mafê sivîlên Kobanî di roja 25-6-2015an de hatibû encamdan, wê bernameyeke telefizyoniye zindî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve, roja 25-6-2016an demjimêr 8:30 êvarê li hola şehîd Seid Ebdula li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê were pêşkêşkirin, û vexwendin giştî û vekiriye. Bername ji amedekirina Imer Kalo û pêşkêşkirina Dilbixwîn Dara ye

Pêşabûr li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê tê vekirin

FLAŞ: Dergehê Pêşabûr li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê (sobe, 26.06.2016) tê vekirin. Berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî, rêvebirê dergehê Pêşabûr agahdar kir ku sibe roja Yekşemê dergeh li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê tê vekirin û gumrug jî nayê standin.

Bi bombeyekê êrîşî Rûdaw kirin

Duh bi şev derdora saet 12.17 bi narîncokê êrîşî Rûdaw kirin, 3 pasevan û karmendekî Rûdaw birîndar bûn. Heta niha ne diyare kê êrîş kiriye.

Dîlanê (19) li mal xwe intîhar kir – foto

Li rojavayê Kurdistanê, li gundê Robariya li Dêrika Hemko, keçeke Kurd ya 19 salî, hinek jêder dibêjin dema ku bi sîlehê dilîst, bi şaşî xwe kuştiye, hinek jêder jî dibêjin ku wê bi sîlehê xwe intîhar kiriye.

Barzanî peymana serxwebûnê da!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kiriye, têde daxwaza civîna hemû liî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike da ku bi rijdî li ser pirsa referandom û serxwebûna Kurdistanê gotbêj were kirin.

“Rica dikim dewletê ragihîne û bibe serokê dewletê”

Parlamenterekî PDKê di peyamekê de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ku derfeta niha bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji dest nede û dewletê rabigihîne.

Welatekî din jî hêza xwe dişîne Rojavayê Kurdistanê

Norwêcê ragihand, bo piştgirîkirina hêzên xwecihî yên ku li dijî DAIŞê şer dikin, ew dê hejmarek leşkerên xwe bişînin Sûriyê.

4 eskerên emerîkî li R. Kurdistanê birîndar bûn

4 şêwirmendên serbazî yên emerîka li rojavayê kurdistanê birîndar bûne. Li gorî medyaya emerîkî heya niha 4 şêwirmendên emerîka li rojavayê kurdistanê birîndar bûne, lê wezareta berevaniya amerîka heya niha tu zanyarî li ser wê mijarê nedaye. Tê gotin ku ew şêwirmendên emerîkî di encama êrîşa daişê de birîndar bûne, lê nayê zanîn li kîjan mihwerî. 300 şêwirmend û efserên emerîkî li rojavayê kurdistanê di şerê li dijî daişê de piştevaniya hêzên sûriya demokrat dikin. Di meha nîsanê de serokê amerîka Barak Obama biryar da ku 250 şêwirmend û hêzên taybet bişîne rojavayê kurdistanê û hejmarek ji şêwirmendên din jî bişîne başûrê kurdistanê.

Emeliyata Ferhadê Içmo serkeftî bû

Şaîrê Kurd Ferhadê Içmo, îro li Hewlêrê hate emeliyar kirin û emeliyata wî serkeftî bû. Ew girêka ku di serê wî de bû hate derxistin. Rewşa wî baş e, û ewê 24 saetan di odeya intenzîfê de bimîne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com