Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Duhok: Tecawizî zaroka 1 salî kir û ew kuşt

Li Duhokê kesekî zarokeke keç ya 1 salî (Mîna Mêvan Mihemed) revand, tecawizî wê kir, û piştre ew avêje avekê û keçik xeniqî. Piştî 10 rojan termê wê hate dîtin. Polîsa piştî lêpirsînê tê derxistin ku kesê Mîna revandibû zilamekî 22 salî bû. Lê polîs diyar nekirin ka kujer berî bixeniqîne destdirêjî li zarokê kiriye an na.

YE hesabê Nexweşxaneya Viyena ji Kantona Kobanî dixwaze

Parlamentoya Ewropa û hejmarek ji parlamenterên Nemsawî û gelek parlamenterên din...

Şaîrê Kurd Ferhad Icmo li Hewêrê tê dermankirin

Şaîrê Kurd Ferhad Icmo nexweşe û niha li Hewlêrê li nexweşxaneyê di bin kontrola doktoran de ye. Dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û ofîsa serok Barzanî hemû mesrefê dermankirina Icmo didin. Sibe roja sêşemê wê Icmo bikeve bin kêran û wê kutleya nebaş ya di serê wî de were derxistin. Em ji şaîrê Kurd Ferhad Icmo re selametiyê dixwazin.

Hackkerên PKK-PYD hackkirin xistin stûyê xwe

Di daxuyaniyekê de hackkerên PKK-PYD ku nav li xwe dikin Heza Parastina Electronic HPE hackkirin xistin stûyê xwe. Agahdar bin û nekevin wê rûpelê û bersiva tiştekî nedin.

Sembola Trajediya Kobanî wefat kir (vîdyo)

Efra Xelîl, ew jina Kurd ku di dema şerê Kobanî de, berê xwe dabû ezmanan û li ber xwedê geriya bû û bang kiribû: Xwedêyo tu vê zilm û zorê li erdê nehêlî, û van zaliman kor û poşman vegerînî... û bûbû sembolek ji trajediya Kobanî di 75 saliya xwe de wefat kir Bala hemû dinyayê kişandibû ser xwe. Ew dîmen bûbû sembolek ji sembolên şerê Kobanî. Efra Xelîl, xwediya yek ji dîmenên herî balkêş yên tiracîdiya koçberî û perîşaniya xelkê Kobanî bû. Duh li gundê Şêx Dodike li herêma Kobanî koça dawîn kir. Wêneya pîrejina kurd Efra Xelîl ku destên xwe li ber xwedê vegirtibûn, di medya civakî û cîhanî de deng dabû.

“Em rê nadin kesek rewşa Kurdistanê xerab bike“

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di peyamekê de bersiva medyaya Tevgera Gorranê da. Mesûd Barzanî di vê peyamê de amaje bi kempînên medyayî yên Tevgera Gorranê yên li dijî şexsê xwe dike û dibêje: “Ez daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku ti kes li ser min bersiva wê kempînê û gotinên wan bersivê nede û kes danekeve vê asta nizim.” Barzanî di peyama xwe ya bo xelkê Kurdistanê de wiha berdewam dike: “Ez daxwaz ji we dikim, piştevanî û bergirîkarê serxwebûnê û pêşmergeyên qehreman bin. Parêzerê heq û dadmendiyê bin û li hember gendelî û kultura dijûnan bisekinînin û parêzvanên ferheng û nirxên gelê me bin.” Barzanî herwiha dide xuyakirin, ku di vê rewşa niha de pêwîst e karê herî li pêş ê hemû aliyan “serxwebûn, piştgirîkirin li pêşmerge bo têkşikandina terorîstên DAIŞê, baştirkirina jiyana xelkê û rûbirûbûna gendeliyê” be. Di dawiya peyama xwe de, Barzanî wiha dibêje: “Teqez ewên ku yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana ewlehî û asayişa Kurdistanê didin û karesatan bi ser wî gelî de tînin, dê bigihîjin cezayên xwe.”

Zarokeke Êzdî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Herdan gundê dawiyê yê Êzdiyên li bakûrê rojhilatê Şengalê ye û dikeve milê Teleferê. Derdora Herdan hemû gundên ku heyî di çarçoveya Erebkirinê de bûn. Tene ew gundê Êzdiyan ê li bakûrê Şengalê xelkê wê ziyaneke zêde dît, kuştin, revandin, talan hwd jiyan kirin.

Serokwezîr serdana Enstîtuya Rojhilatnasî li St. Petersburg kir

Li duyem roja serdana xwe ji bo Rusiyayê, Roja Înê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Enstîtuya Rojhilatnasî a Rusiya li San Petersburgê kir û ji aliyê Serok û Desteya Reveberiya Enstîtuyê pêşwazî jê re hate kirin.

Emrê girtina Newşîrwan Mistefa derket

Dadwerê dadgeha lêkolînên Hewlêrê biryara girtina serokê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa da. Dozgeriya giştî ya Hewlêrê dozek li dijî Newşîrwan vekiribû, doz jî ji ber wê yekê hatibû vekirin, ku Newşîrwan daxwaza teqandina konsolxaneyên li Hewlêrê û teqandina boriyên petrola herêma Kurdistanê kiribû, û dengê wî jî hatibû tomarkirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com