Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Rûsya ye – Vîdyo
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskow a paytextê Rûsya bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re dicive.
“Em dewleta kurdî naxwazin û dema wê derbas bû”
Hevserokê PYD Salh muslim di hevpeyvîneke xwe de raghand, ku pêwîste kurd bzanin ku bexda take dergehê sitratjîke ji bo Kurdên hemî parçên Kurdistanê.
Muslim di hevpeyvînekê da li gel rojnameya îraqî El Sabah El Cedîd ya nîv fermî, di derbarê peywediyên xwe li gel herêma kurdistanê got, aramya herêma kurdistanê bo wan grînge û ew jî destê xwe naxin nav hevrikiyên di navbera partî yên syasî yê başûrê Kurdistanê de.
Hevserokê PYD diyar kir ku, ku ew li dijî dewleta netewî ya kurdî ne, û ew di wê baweriyê de ye ku dema deleta netewî derbas bû ye, û ew piştgiriya avakirina dewleta netewî nakin.
Li ser gotina ku dibêjin PYD şaxê PKK li rojavayê Kurdistanê, Salih Mislim got, ew felsefeya serokê PKK Abdulla Ocalan tebenî dikin, û bêhtir Tuirkiyê dixwaze PYD û PKK bi hev ve girê bide, ji bo ku PYD jî bixe nava lîsteya rêxistinên terorîst.
Rêxistineke nû li Hewlêrê hate avakirin
Li Hewlêrê îro Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) hate avakirin.
Di nava BAN de ji her çar perçeyên Kurdistanê endam cih digirin.
Serokê BAN Dr. Musa Kaval di axaftina xwe de got, ewê ji bo aştiya navxweyî kar bikin.
BAN, ji welatiyan daxwaz dike ku piştgiriya Bizava BAN bikin, ji bo ku bikaribe armancên xwe pêk bîne û di nava civakê de bi bandor be.
Keçikeke ji Kobanî li ser asta Sûriyê yekemîn derket
Keçeke Kurd ji Kobanî bi navê Nur Mihemed Mistefa, li ser asta Sûriyê, di imtîhanên sefa 9 de, yekemîn derket.
Nur Mihemed Mistefa, elamatên temamî anîn yanî 310 ji 310 anîn, û bi wî awahî li ser asta seranserê SÛriyê bû xwendevana yekemîn ku elamatan bi temamî tîne.
Nûr, neviya kasatetiya Kurd li rojavayê Kurdistanê, neqîbê parêzerên Kobanî Mehmûd Haçim Kerho ye.
Her çiqas rewşa xwendinê li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê xerab be jî, lê heta niha jî keçeke weke Nûr, dikare 310 elmatan, ji 310 bîne û bibe yekemîn.
“Kesek nikare rê li ber pêşmergeyan bigire”
Serokê ENKS Îbrahîm Biro di merasîma şandina şehîd Qehreman Îzedîn Îskan de ku li başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, ji bo rojava yê kurdistanê hat veguhestin û li gundê xwe tê veşartin ragihand û got "bila PYD me mecbûr neke em pêşmergê rojavayê kurdistanê bi zorê derbas bikin.
Biro got çi hêz nikare rê li ber pêşmergeyên rojavayê kurdistanê bigre ew bajarê xwe biparêzin
Qehreman di encama teqîna TNTyekê li gundê zehre xatûn li mihwerê xazir duh şehîd bûbû.
Serok Barzanî: Sînor vekin!
Berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hemîd Derbendî ji Rûdawê re got: "Aldar Xelîl ji me re got eger deriyê sînor bê vekirin, em amade ne çareseriyekê ji pirsgirêkên me ligel ENKSê re bibînin."
Derbendî sirrekî xwe û Aldar Xelîl eşkere kir
Berpirsê dosyeya rojavayê Kurdistanê li serokatiya Herêma Kurdistanê ji tora medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku Aldar Xelîl serkirdeyê TEV-DEM ji wan re gotiye Deriyê Sêmalka vekin, emê pirsa ENKSê çareser bikin.
di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê, Hemîd Derbendî diyar kir ku Deriyê Sêmalka di bin fişara ti aliyekî nehatiye vekirin belku ji bo berjewndiya xelkê rojavayê Kurdistanê derî bi biryara serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye vekirin.
Derbendî da zanîn ku ti merc ji bo vekirina derî ne danîne, lê tekezî li ser wê yekê kirine ku divê bac li ser kelûpelan neyê ferzkirin da ku bi herzanî bikevin nav destê xelkê rojavayê Kurdistanê de.
Derbendî behsa hevdîtinên li gel PYDê kir û got Aldar Xelîl gotiye Deriyê Sêmalka vekin û hewla çareserkirina pirsa ENKSê bidin.
Pêşmergeyekî Rojava li başûrê Kurdistanê şehîd ket
Pêşmergeyê Rojava (Leşkerê Roj) Qehreman Îskan li Mihwerê Xazir di encama teqandina malekê de ku DAIŞ mayîn kiribû, şehîd ket.
Ew ji gundê Bulazaozana yê ser bi bajarê Amûdê ve bû. Pêşmergeyê bi navê Hemze Remedan Birhik (ji rojavayê Kurdistanê) jî birîndar bû.
PYD li Almanya jî ala Kurdistanê qedexe kir
Li Almanya bajarê Dortmundê alîgirên PYD nehîştin ciwanek ala Kurdistanê bilind bike.
Altan Tan bombe teqand: HDP perçe dibe
Parlementerê HDPê Altan Tan ku çend caran di şandeya HDPê ya ji bo Îmraliyê de jî cîh girtibû, di hevpeyvînekî xwe ya li gel televîzyonekî Tirkiyê de diyar kir ku hem PKKê û hem jî hikûmeta Tirkiyê xwestin ku ev şer çêbibe û ragihand ku ti wateyekî vê şîdeta PKKê tine ye ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dimeşîne. Altan Tan di derbarê teqîna li Stenbolê û Midyatê de jî diyar kir ku, ew herdu çalakî, çalakiyên terorîstî ne û nabe ku rewa bêne dîtin û got, ez bixwe wan çalakiyan şermezar dikim.
Di berdewamiya axaftina xwe de jî Altan Tan di derbarê şîrovekirina şerê Cizîrê yê ku ji aliyê Endamê Komîteya rêveber a PKKê Duran Kalkan ve çend me beriya niha hatibû kirin û gotibû ku `me nedizanî wê dewlet wisa bike` de jî diyar kir ku lêborîna Duran Kalkan ji vê kiryara wan xirabtir e û got, divê demildest dest ji kar berde.
Li ser pirsekê, Altan Tan diyar kir ku egera wê yekê heye ku HDP bibe du beş, ji ber ku piraniya HDPyiyan muhafizekar û dîndar in û dibe ku bixwazin cuda jî bibin.


































