Îtalî Pêşmergeyên Rojava perwerde dikin
Bi serpereştiya Hêzên Hevpeyman xuleke gelek efser û pêşmergeyan bi dawî hat.
Di merasîmê de fermandarê giştî yê Pêşmergeyan Lîwa Ezîz Weysî û nûnerên hêzên hevpeyman beşdar bûn.
Ev nêzîkî mehekmê bû ku pêşmergeyên rojava û başûrê Kurdistanê, ji aliyê serbazên Îtalî ve di warê eskerî de dihatine perwerdekirin.
69 pêşmergeyan di nava wê xola rahênanê de cih girtin. Ji pêşmergeyên rojava jî tenê pêşmergeyên keç beşdar bûn.
Perwerdeya wan li ser gelek metodên eskerî bû.
Ji destpêka şerê li dijî Daiş de, û heta niha nêzîkî 15 hezar pêşmerge ji aliyê hêzên hevpeyman ve hatine perwerdekirin.
Di dawiya xulê de, pêşmergeyan ji dest serbazên Îtalî dîplomayên xwe wergirtin.
Ji siyasetê dûr li êşa Ridwan guhdarî bikin (vîdyo)
Ji siyasetê dûr li êşa Ridwan guhdarî bikin (vîdyo)
Şehîd Fêsel Ebû Leyla kî bû?
Fermandê hêzên şemis elişmal yê bi navê Fêsel Ebo Leyla şehîd bû.
Ebû Leyla roja 3 vê mehê di şerê kontrolkirina gundê Xefiye Ebû Qelqel de li Minbicê, bi rokêteke herarî brîndar bûbû.
Piştre bi helîkoptereke eskerî ji bo Rimêlanê hatibû veguhestin û ji wê derê ji bo başûrê Kurdistanê hatibû şandin.
Navê wî yê rastîn Fêsel Ebdî Bilal Sadûn bû, ew di dala 1984 de li gundê Qere Rîşk, li Kobanî ji dayîk bûbû, piştre çûbû li Minbicê bi cî bûbû.
Îro saet 5 sibehê, ew li başûrê Kurdistanê, li nexweşxaneya Şar li Silêmaniyê îro şehîd bû.
Ew bavê 4 keça bû, bi navê Leyla, Serhildan, Rehef û Xwîn da.
Di şerê Minbicê de giran birîndar bûbû (foto)
Serkirdeyê Şemis El Şemal Ebû Leyla ku di rizgarkirina Kobanî de li dijî DAIŞ şerekî giran kiribû, di şerê Minbicê de giran birîndar bûbû û bi helîkoptereke Emerîkî ew enîbûn başûrê Kurdistanê, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Kî dikare Kurdên rojava bîne cem hev?
Hevpeyvîna ligel nivîskar û siyasetmedar Omer Şêxmûs
hevpeyvîn
“Pêşmergeyên Rojava derbas bibin şer dernakeve?”
Hevpeyvîneke dirêj ligel nivîskar û yek ji damezrênerên YNK Omer Şêxmûs...
“Em Dewleta Kurdî naxwazin neyên lîstika Barzanî”
Serkirdeyê PKK Riza Altun di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Nûçe TV (televîzyona PKK) got ew naxwazin dewleta kurdî were avakirin û divê kesekê nekeve nava lîstika Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Barzanî ya avakirina dewleta kurdî.
Altun di hevpeyvîna xwe de got PDK dixwaze dewleteke serbixwe ya kurdî ava bike û nabe kesek bikeve wê lîstikê.
Altun êrîşî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got, ew heta niha jî başûrê Kurdistanê weke serokeşîrekî îdare dike.
Çima xwîna Kurd li Reqa were rijandin? (vîdyo)
Kurd çima beşdarî operasyona kontrolkirina Reqa dibin?
- Çima wê ciwanên Kurd biçin xwîna xwe li Reqayê birjînin?
- Reqa Kurdistan e? Na!
- Kurd li Reqayê mane? Na!
- Ma paqijkirina Sûriyê ji DAIŞ, bi Kurdan maye?
- Madem mesele tunekirina DAIŞê ye, çina naçin Cerablusê ji
destê DAIŞ dernaxînin, ku tenê çend metreyan dûrî Kobanî ye
- Madem DAIŞ xetere li ser rojavayê Kurdistanê, çima
pêşmergeyên rojava derbas nabin û mil bi milê YPG şerê terorê
nakin?
- Îro Emerîka di şerê DAIŞ de pişta YPG digire, eger sibe hedefa
xwe pêk anî, û derket, garantî çi ye ku YPG bi tenê nemîne.
- Gelo hinek hêzên navdewletî karê xwe bi YPG diqedînin, ji xwe
re bi kar tînin?
- Gelo, hinek hêzên opozîsyonê ji xwe re ENKS bi kar tînin...
- Dinya me ji xwe re bi kar tîne, û kesekî heta niha ittîraf bi me
Kurdên rojavayê Kurdistanê nekiriye...
Mêvan:
Îbrahîm Kaban: Çalakvan
Mervan Badînî: Çalakvanê Civaka Sivîl
Çima ne Cerablus?
Reqa û Mûsil hêlînên hovîtî û tundrewiyê ne. Ew li ser mirovahiyê gef in. Di tinekirina wê gemariyê de cihgirtin, serfirazî ye.


































