Salih Mislim cara yekemîn îttîraf dike
Hevserokê PYD Salih Mislim, di hevpeyvîneke xwe de ligel malpereke nêzîkî partiya xwe got, Tirkiyê, Qeter û Siûdiyê li pêşiya wan bûne asteng û ji bo ber wê yekê wan nikaribûn pêwendiyên xwe yên navdewletî pêşve bibin.
Mislim, rexne li siyaeta Rusya û Emerîka girt û got, ew naxwazin Kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyek û ne cidî ne.
Li got hevserokê PYD, sebeba ku kesekî itîraf bi federaliya Rojava - bakurê Sûriyê nekir, dîsa Tirkiyê ye. Tirkiyê li her derê li dijî wan kar kir û nehîşt ku itîraf bi wan were kirin.
Salim Mislim, bal kişande ser wê yekê û got dema wan rêveberiya xweser û sîstema federaliyê ava kirin, wan destûr ji kesekî nestandin, ji ber wê yekê niha li dijî wan derdikevin.
Barzanî: Divê Pêşmergeyên Rojava vegerin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya vegera Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê kir.
“PDK bi birçîkirinê dixwaze rojava terbiye bike”
Salih Mislim: PDK xelkê birçî dike
Hevsrokê PYD Salih Mislim, li Kobanî li gundê Tilêcbê civînek çêkir û têde behsa rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.
Mislim di axaftina xwe de her wiha bal kişande ser siyaseta PDK û got ew siyaseteke şaş dimeşîne û siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê ziyaneke mezin digihîne gelê Kurd.
Bi gotina Salih Mislim, AKP û PDK bi hev re ambargo danîne ser gelê rojavayê Kurdistanê, û got PDK dixwaze bi birçîkirinê rojavayê Kurdistanê terbiye bike, lê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ne mumkune wê bêrûmetiyê qebûl bike.
Hevserokê PYD got, PDK ji bo ku mudaxeleyî Şengalê bike, alîkarî ji artêşa Tirkiyê xwest û hevkarî pêre kir.
Serok Barzanî pêşwaziya serokê Îtîlafê kir
Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmam ligel serokê Îtlafa Nîştmanî ya Opozîsyona Sûryê Enes Ebde û şandeke bi wî re civiya.
Serokê îtlafa nîştmanya opozîsyona sûryê bi navê gelê Sûriyê spasiya Barzanî û xelkê herêma Kurdistanê kir ku alîkarya penaber û koçberên Sûriyê kirine û raghand herêma Kurdistanê ezmûn û nimûneyeke zengîne ji bo geşepêdan, pêkvejiyan û xebat û berxwedanê.
Serok Barzanî ji aliyê xwe ve bal kişande ser wê yekê ku ne-aramî û şer û tundî li sûryê bandorê li ser herêma kurdistanê û îraqê jî çêdike, ji ber vê yekê herêma Kurdistanê bi dilsozî çavdêriya guhertinên li Sûryê dike û amadeye jî rola xwe ya erênî ji bo çareserkirna pirsgirêkan bi cîh bîne .
Serokê ENKS a Amûdê revandin û îşkence kirin
Grûpeke çekdar li Amûdê serokê ENKS yê Amûdê Yunus Eseed revandin, îşkencekirin û avêtin.
Grûpa çekdar bi otomobîleke VAN, rengê wê spî, nêzîkî mala wî ew revandin.
Çekdarên ku ew revandin, piştî îşkencekirinê ew avêtine ser riya Dirbêsiyê.
Heta niha bi wê otomobîlê gelek kes hatine revandin û îşkencekirin.
300 mîlyonêran 10 penaberên Sûriyê qebûl nekirin
Gundekî Swîserî, nifûsa wî 2200 kes in, 300 mîlyonêr lê dijîn, 300 hezar dolar weke ceza dide, ji ber ku qebûl nekir, 10 penaberên Sûriyê biçin li wê derê bi cih bibin.
Barzanî bi xwe serpereştiya şer dike
Serok Barzanî, li Mihwerê Xazir dakete cebheyên şer û ligel Pêşmergeyan di sengeran de cih girt û serpereştiya şerê li dijî DAIŞ dike.
Serokwezîr behsa krîz û reforma aborî dike (vîdyo)
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got krîza aborî gelek ziyan gihandiye me lêbelê "derfeteke zêrîn" ji bo reformê derxistiye holê.


































