Asayîşa PYD êrîşî malan dike û ciwanan digire – foto
Îro serê sibê zû, asayîşa PYD çend gundê Amûdê dorpêç kirin û êrîşî mala kirin û dest bi girtina ciwanan kirin. Gundê ku asayîşê êrîşî wan kirin ev in: El Cewheriye, Til Hebeş û Kirinko.
Her wiha îro serê sibê zû saet 04.00 bi hêzeke mezin êrîşî gundê Sîkra kirin û niha jî di dema amadekirina vê nûçeyê de êrîşî gundê Tebqe dikin, li ciwanan digerin ji bo ku bibin eskeriya bi zorê.
Asayîşa PYD ji duh bi şev ve êrîşî gundên Girkê Legê dikin, li herêma Koçerat.
Bêhtirî 20 mîlyon Kurd hene lê…
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêhtirî 20 mîlyon Kurd hene, lê rojnameya Azadiya Welat ku bi kurdî rojane derdikeve, kesek nakire û nayê firotin. Tenê nêzîkî 1.022 taneyan çap bike.
“Êdî YPG nikare şervanên biyanî xwedî bike”
Rojnameya Brîtanî Independent di raporteke xwe de dinivisîne ku hejmareke mezin ji ciwanên welatên rojava, dev ji mala xwe berdidin û diçin li Iraq û Sûriyê tevlî hêzên kurdî dibin.
Waliyê Heseke Aldar Xelîl tazî dike (vîdyo)
Waliyê Heseke Mihemed EL Zeaal, di hevpeyvîneke xwe de, behsa rêveberiya xweser û Aldar Xelîl dide û dibêje Aldar Xelîl dostê wî ye, hev dibînin, bi hev re didin û distînin. Her wiha dibêje ku wan rêveberiya xweser serbest berdan, rêveberiyê ji dewletê istîfa dît, rêveberiya xweser jî xizmet ji dewletê re kir, ew spas dikin. Walî dibêje, wan hev dîdîtin û li hev guhdarî dikirin û dewletê daxwazên wan jî pêk dianîn. Li ser serkirdeyê Tev-Dem û PYD Aldar Xelîl dibêje: Ew însanekî baş e, bi rêz e, gelekî welatparêz e, ez li wî guhdarî dikin û ew li min guhdarî dike...
Pêşmergeyên Rojava heddek ji Aldar Xelîl re danîn
Fermandarên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bersiva Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl didin. Herwiha îro 330 kes dê tevlî nav rêfên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bibin.
Serokwezîrê Tirkiyê li Kurdistanê ji dayîk bûye
Roja 19ê Gulanê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk eşkera kir ku Bînali Yildirim roja 22ê Gulanê di Duyemîn Kongreya Awarte ya AK Partiyê de wekî yekane namzedê Serokê Giştî yê partiya wan hatiye destnîşankirin.
Berdevka wezareta derve ya Rûsya direqise (vîdyo)
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Marya Zaxarova dans dike
Aldar Xelîl: Pêşmergeyên Rojava Çete ne
Serkirdeyê PYD-Tev Dem û PKK li rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, ji bo pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê got, "Ew çeteyên rojava ne û eger ew derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, qebûl nabe ew derbasî rojava bibin, eger ew derbas bibin wê bibe sebeba şer..." Li ser gotina Aldar Xelîl, fermandarê Pêşmergeyên Rojava Raîd Şervan Dêrikî jî got, ew ne ji bo şerê birakujiyê hatine perwerdekirin, ew ji bo ku gelê xwe biparêzin hatine amadekirin û got şehîdên YPG şehîdên wan in û ew şehîdên Kurdistanê û azadiyê ne.
Bi navkirina Aldar Xelîl, pêşmergeyên rojava weke çeteyên rojava bû cihê nerazîbûneke mezin û gelek karîkaturîstan karîkaturên wî jî çêkirin.
Zaroka Kurd hemû paytextên cîhanê nas dike
Rolma zaroke biçûk e, ji rojavayê Kurdistanê bajarê Tirbesipê ye, gelekî jîr e, zîrek e, navê paytextên welatên cîhanê ezbere kirine, û bêyî ku lê bifikire, wan yek bi yek dibêje.
Dema ku diya wê, navê welatekî dubare dike, ew dibêje min berê gotibû.
Rolma, qet şaş nabe, dema ku navê paytextan li pey hev rêz dike, hem di ber re direqise, hem jî bi kêfxweşî û bi ken navan li pey hev rêz dike, qet jî şaş nake.
Rûdaw navendeke lêkolînan vekir
Roja 18.05.2016 li Hewlêra paytexrt bi fermî û bi beşdarbûna hejmarek ji lêkolînvan, nivîskar, siyasetvan û akademîsyenan, Navenda Lêkolînên Rûdaw bi fermî hate vekirin.
Ew navend girîdayî Tora Medyayî ya Rûdaw e û wê tenê bi karê lêkolînên zanistî û pêşkêşkirina berhemên akademîk rabe.
Dr. Azad Elî ku bi xwe ji Kurdên rojavayê Kurdistanê ye û mamostayê zankoye, bû rêvebirê giştî yê navendê.


































