Başbug Behsa dostaniya YPG û Emerîka dike
Sererkanê artêşa Tirkiyê yê berê Îlker Başbug ragihand ku, siyaseta Tirkiyê a şaş hişt ku Amerîka û hêzên YPGê li Sûriyê bibin dostê hev.
Asayîşa PYD 2 serkirdeyên Yekîtî girtin
Asayîşa PYD li Amûdê avête ser mala endamê polîtbîroya partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Enwer Naso û endamê Komîteya Navendî ya heman Partiyê Ebulîlah Oceê û ew birin cihekî ne diyar.
Asayîşê her wiha dest danî ser hemû dokimet, computer û laptopên wan.
Operasyona li dijî wan her du kesan li pêşiya çavên zarokên wan çêbûn û asayîşê tirs xiste nava malbatê.
Serok Barzanî daweta Îranê qebûl kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Îranê bo serdankirina wî welatî qebûl kiriye. Îranê pêştir çend caran bi fermî Barzanî bo serdankirina wî welatî vexwandibû.
2 partiyên Barzanî li bakurê Kurdistanê bûne yek
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) 27ê Gulana 2016ê li Diyarbekir bi resepsiyonekî girsehî yekitiya di nava xwe de ragihand.
A ji we re “Mehkeme Gel!“ (foto)
PYD li meydana nahiya Bilbilê li Efrînê, xelk di navê Mehkema Gel de kom kir, kal pîr, cotkar, karker, zarok-marok kom kirin û du kesên ku ku têne tewanbarkirin gotinên nexweş ji YPG û PYD re gotine, derxistin pêşmerî xelkê û bi awayekî vekirî ew "mehkeme" kirin.
Xelkê li ser wan kesan nêrîna xwe got, hinekan gotin bila bikevin zindanê, hinekan gotin bila biçin cebheyên şer, û li dawiyê "GEL" biryara xwe da, wê wan her du kesan bişînin eniyên şer.
A ji we re mehkema gel...
Ev dîmen çi tînin bîra we?
Hasan Cemal behsa serxwebûnê û Barzanî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye. Barzanî Ji rojnameyeke Swêdî re diyar kiriye ku dê beriya meha Mijdarê referandoma serxwebûnê bikin û wiha aniye ziman:
Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)
Operasyona kontrolkirina paytextê DAIŞê bajarê Reqayê bûye mijara germ a rojeva şerê li dijî DAIŞê û şervanên Kurd ên YPGê û hêzên HSDê xwe amade kirine daku berê xwe bidin Reqayê.
Aldar Xelîl û Dr. Derbendî li Pêşabûr civiyan
Duh derdora saet 11 li dergehê sînorî Pêşabûr yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê deî, berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî û serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl civiyan, û pirsa vekirina derî, derbasbûna pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên di navbera her du aliyan de anîn rojevê.
Cameron otomobîke bi 200 $ ji jina xwe re kirî
Serokwezîrê Brîtanya David Cameron, ji jina xwe re otomobîlek bi 2 hezar dolar kirî.
Camerokn heta niha jî ne xwediyê otomobîleke taybet e, ew otomobîla encumena wezîran ( Jaguar XJ ) bi kar tîne.
Serokwezîrê Brîtanya otomobçla Nissan Micra (2004) ku 134 hezar km. meşiya ye, ji jina xwe re kirî.
Kameron, ew otomobîl ji cihekî firotina wan kirî.


































