Asayîşa PYD li Girkê Legê diya 4 zarokan girt
Asayişa PYD çalakvana kurd ji Girkê Legê li Rojavayê Kurdistanê Emîre Temo, ku dixwest li gel 4 zarokên xwe biçe serdana herêma Kurdistanê, girt û avête zindanê.
Akif Hasan li ser Festîvala Kolnê diaxife (vîdyo)
Kordînatorê Giştî yê Festîvala Kolnê ya bo şermezarkirina peymana Sykes-Picotê Akif Hesen ragihand, ku hemû amadekarî bo festîval û xwepêşandanê hatine kirin. Akif Hesen herwiha got, wek sembola yekgirtina Kurdan, dê tenê Ala Kurdistanê bê hildan.
Doktorê sexte çi anî serê vê jinê! (foto)
Jineke transeksuel bi navê Rajee Narinesingh (48) li cem kesekî ku gotiye ew doktorê estetîkê ye, rûyê xwe tijî bike, lê doktor rûyê tijî lastîk û çîmento kir.
“YPG 2 zarokên me yên 11 salî revandin” (foto)
Malbateke kurd li Kobanê, dibêje YPGê 2 keçên wan yên biçûk bi zorê tevlî refên xwe kiriye
Xelîl Şêx Bozan ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên YPGe 2 keçên biraziyên wî bi navê, Semîra Şêx Bozan û Emel Şêx Bozan ku herdu keç bi temenê xwe 11 salî ne, ji gundê Bîrxat yê ser bi Kobanê ve revandine û bi zorê tevlî refên xwe kirine.
Xelîl Şêx Bozan, ku apê herdu keçane got: ku YPGê berî 20 rojan herdu keç revandin û tevlî xwe kirin, lê ji ber ku Semîra nexweş ket û rewşa wê ya derûnî têk çû, YPGe duh îcazeyeke 2 rojan da wê ji bo serdana mala xwe bike û malbata xwe bibîne, û piştre dîsa tevlî YPGe bibe, lê ji ber nexweşiya wê, bavê Semîra keça xwe derbasî tirkiyê kir, ji bo ku wê derman bike, û niha YPGê bavê Semîre girtine û jêre dibêjin yan tê keça xwe vegerînî û yan jî emê wiha bihesibînin ku te keça xwe kuştiye.
Berî çend rojan malbata keçeke din bi navê Yasmîn Ibrahîm kurdo ku temenê wê jî 11 sal bû, ragihandin ku keça wan ji dibistana gundê Kurik ji bo leşkeriya bi zorê hatiye birin.
31 sal di ser kuştina wî re derbas dibin
Berî 31 salan siyasetmedar û dermansazê kurd yê ji Kobanî Ebdî Nasan, di encama erîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.
Polîsên Slovakî keçeke ji Tirbesipiyê birîndar kirin
Keça Kurd Hêvîn Ebdulrehîm Mihemed (26 sal), ku ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Tirbesipî ye, rastî fişekên polîsên Slovakî hat, li ser sînorê Nemsa, û di pişta xwe de birîndar bû, ew niha li nexweşxaneyê ye. Dema ku polîsan agir li wê reşandin, 2 xortên din ji Dêrna Axê (nêzîkî Girkê Legê) bi wê re bûn.
Wezîrê Hungarî guh neda Bexdayê û hate Hewlêrê
Wezîrê bergiriya Hingarya li Hewlêrê ye û biryare sibe ligel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive. Hingarya biryare daye ku zêdetir çek alîkariyên serbazî bide pêşmerge.
Armanceke serdana wezîrê Hingarî Îstîfan Simiç Sko pêşkêşkirina alîkariyên serbazî ye ji bo pêşmergeyan.
Hikûmeta Îraqê gelekî hewl da ku wezîrê Bulgarî raste rasrt serdana Hewlêrê neke, lê wezîrê bergiriya Hungarya raste rast serdana Hewlêrê kir bêyî ku pirsa Bexdayê bike.
********


































