Wezîra Bergiriyê ya Îtaliya li Hewlêrê ye
Îro duşemî berî kêlîkekê Wezîra Parastinê ya Îtaliya Roberta Pinotti bi rêya balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî hat pêşwazîkirin.
Kantona Cizîrê 84 kes efû kirin
Îro yekşemê li kantona cizîrê ya rojavayê kurdistanê, bi lêborînekê 84 girtî serbest hatin berdan. Ev biryar roja 25ê Nîsanê ji aliyê hevserokatiya kantona cizîrê ve hatibû dayîn.
Li gorî wê biryara hevserokatiya kantona cizîrê, ew girtiyên ku cezayê wan ji 4 salan kêmtire, wê werin berdan û girtiyên ku zêdetirî 5 salan hatine cezakirin jî, wê cezayê wan ji sedî 25 were kêmkirin.
Stêrka medyayê li ser pirtûka xwe diaxife (vîdyo)
Nivîskar û rojnamevana înglîzî ya navdar Krîstîna Lamp, pirtûkek li ser jiyana keça Kurd ya ji Kobanî Nûjîn Mistefa ya 16 salî nivîsand.
Malpera Welatî hate girtin
Toreya Welatî xatir ji medya Kurdistanî dixwaze....
Eger em dest pê bikin ji rastiya ku medya bi giştî yek ji pîvanên sereke ye yên pêşketina civakekê û asta geşbûna şaristanî ya wê civakê. Eger em jê dest pê bikin ku medya awêneyek e jibo jiyan û rêalîte û got û kirina civakekê. Eger em bi bîr bînin ku medya alan û dengvedana raboriya gelekî ye, lê di heman demê de adgarên pêşeroja wî gelî nîgar dike. Hînga gelek pirs û raman tên ser bala mirov û pêdivî bi bersivdana van pirsan heye.
Asayîşa PYD Şemdîn Nebî girt û îşkence kir
îro, roja yekşemê Asayişa taxa Enteriyê ya Qamişlo serokê Encûmena xwecihî ya ENKSê li rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî girt û piştî 2 saetan ew serbest berda.
Di daxuyaniyekê de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê, Şemdîn Nebî ragihand ku îro, Asayişa Taxa Enteriyê ew ji bo dema 2 saetan girt.
Nebî da zanîn ku di dema girtina wî de ew li ser destê endamên Asayişê rastî îhanet, sixêf û lêdanê hat.
Serokê Encûmena xwecihî ya ENKSê li rojhilatê Qamişlo herweha diyar kir ku piştî 2 saetan ji girtinê ew ji aliyê Asayişê ve serbest hate berdan.
Jiyana Nûjînê bi înglîzî bû pirtûk
Nivîskar û rojnamevana înglîzî ya navdar Krîstîna Lamp, pirtûkek li ser jiyana keça Kurd ya ji Kobanî Nûjîn Mistefa ya 16 salî nivîsand.
Dema ku serok Barzanî li Qamişlo bû (Vîdyo)
Dema ku serok Barzanî li Qamişlo bû (Vîdyo sala 07.05.1996)
“Serxwebûna Kurdistanê take çareserî ye“
Serdar Setar
BasNews- Di hevdîtinekê de bi rojnameya The Washington Post a Amerîkî re Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdsitanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, piştî rûxandina Osmaniyan û drustbûna Iraqê, wî welatê şikestin bidestînaye û em bi mecbûrî bihevre ber bi paşerojek nediyar ve çûn.”
Başbug: Tirkiyê û Îran li dijî avakirina dewleta kurdî ne
Serokerkanê berê yê Tirkiyê Orgeneral Îlker Başbug dibêje ku tenê du dewlet dikarin li pêşiya damezirandina dewleta Kurdî bibin asteng.
Pismamê serok Barzanî şehîd ket
Pismamê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Mihemed Yusuf Barzanî, li Mihwerê Giwêr di şerê li dijî Daiş de şehîd ket.


































