Di merasîma şehîdan de tenê ala Kurdistanê tune bû
Di veşartina Şehîdên Qamişlo de tenê ala Kurdistanê tune bû
Agir berdan radyoya ARTA-FM (foto – nû)
Li Amûdê grûpeke ciwanên çekdar êrîşî radyoya Arta Fm kirin û ew şewitandin. Ji ber vê yekê jî weşana radyoyê rawestiya. Agir bi radyo ket, hemû alavên wê hatine şewitandin û karmendên wê bi xêr in.
Arta Fm li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku çekdarên ser bi Xweseriya Demokratîk ya ser bi PYD ve radyo şewitand.
Angeline Jolie hestî û çerm maye (foto)
Lîstikvana Hollyoodê ya navdar Angeline Jolie roj bi roj dihele û weke ku tenê hestî û çerm mabe.
Jolie ya 40 salî, nexweş e û tê idîakirin ku ew nexweşa şêrpençe ye.
Ew dayîka 6 zarokan e.
Hinek idîa dikin û dibêjin, mêrê wê Pitt, Angelina tehdîd kiriye û gotiye eger ew xwarinê nexwe û neçe doktor, ewê wê berde.
Şanoya PYD: Li saniya 6-9 temaşe bikin (vîdyo)
Başûrê Kurdistanê bi fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermana bi her awahî amadekariya xwe ji bo pêşwaziya birîndarên Qamişlo anî ziman, lê PYD rê neda birîndaran ku derbas bibin, tenê birîndarek hate Zaxo.
PYD di medyaya xwe de dibêje ku başûrê Kurdistanê rê neda. Di vê vîdyoyê de peyamnêra ajanseke PYD ji xwediyê birîndarekî re dibêje: Bêje em derbas nekirin, ew feqîra jî gotina peyamnêrê dubare dike. Keçika birîndar jî weke ku berê jêre gotibin çi bêje, ji bîr dike û piştre dike erebî.
Êdî kum ji serî ket û her tişt eşkere bû.
AYFONA GULÊ (hûmorêsk-pêkenî)
Çend sal berê li gundekî li berpala çîyê, li gundê bi timtêla xurû kurmancî, behs bela bû, ku wê sibê, li destpêka meha gulanê, bi heytehol û bi eşîrtî ji Avropayê wê mêvanên bên, bêne xwezginî…
Nexweşxana Viyena li Kobanî talan kirin
Xwediyê nexweşxaneya Viyena li Kobanî Dr. Izzet Efendî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de, bang li raya giştî ya kurdî, partî û rêxistinên û kesayetiyên kurdî kir, ku kantona Kobanî û bi hêza sîlehê û bi zorê dest daniye ser nexweşxaneya wî li Kobanî ku bi navê nexweşxaneya Viyena tê naskirin.
Ciwanên PYD li Girkê Legê ofîsa ENKS şewitandin
AVETSA KURD - Li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê, ku ji aliyê PYD ve tê îdarekirin, 2 xortên serûçavên girtî (maskekirî), bi benzînê êrîşê ofîsa ENKS kirin û şewitandin.
Heta niha asayîşê tu lêkolînek di derbarê vê êrîşê de tiştek nekiriye.
Serok Barzanî 14 ton derman şandin rojava
Birêvebirê deriyê Pêşabîrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re tekez kir, ku di roja16-1-2013 an de bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê deriyê sînorî hat vekirin û ji wê demê ve berdewam alîkariyên mirovî dighêjin Rojavayê kurdistanê û nexweş ji bo çareseriyê derbas dibin û eşkere kir, 14 tonên dermanên pêwîst ji bo birîndarên şer bi rêya deriyê Pêşabûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
YPG-PYD û rêjîmê li Qamişlo li hev kirin
Îro hikumeta Sûriyê û berpirsên TEV-DEM, Asayiş û YPGê li ser 8 xalan lihev kirin.


































