Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Rêveberê Rûdawê dinivisîne

Têkiliya Amerîka û Kurdistanê, bi taybetî têkiliya Amerîka û Başûrê Kurdistanê, herçiqasî carna Kurd hin giliyan jî jê bikin, lê ya rast ew e ku piştî serhildana Başûr, Amerîka piştevaneke rasteqîn û berdewam a Kurdistanê bû nemaze di nehîştina metirsiyên leşkerî li ser Herêma Kurdistanê.

Rojnameya (Berçav) dîsa derket

Rojnameya Berçav ku berê li Kobanî derdiket, û ji ber şerê li Kobanî (2014) demekê hatibû rawestandin, vê carê li ser kaxetê bi awayekî profesyonel û rengî derket. Xwedî û sernivîserê rojnameyê Farûq Hecî Mistefa ku niha li bakurê Kurdistanê li bajarê Entabê dimîne, dibêje piştî 2 salan ji rawestandinê dîsa dest bi weşana xwe kir. Rojname berê her hefte derdiket û li Kobanî û li derdora wê dihate belavkirin. Ev hejmara nû ya Berçav No.: 25.

Asayîşa PYD birîndarekî ji Dêrîkê vegerand

Duh birîndarekî ji Dêrîka Hemko ku li Qamişlo bi fîşeka qennasekî birîndar bûbû, malbata wî xwestibû ji bo dermankirinê derbasî başûrê Kurdistanê biie, dergehê Pêşabûrê li ser fermana serok Barzanî ji bo pêşwazîkirina birîndar hemû amadekarî kirin û ambulans li ser sînor amade kirin, lê berpirsên PYD li ser sînorê Sêmalka ji bavê birîndar xwestin ku biçe Qamişlo raportê bîne û jêre gotin destû tune ew derbasî başûrê Kurdistanê bibe. Duh bi şev heta saet 2.30 birîndar li ser sînor ma û rêveberên PYD yên li ser sînor birîndar û malbata wî bi zorê vegerandin Dêrikê.

“Derbasbûna “Pêşmergê Roj“ di rojevê de ye

Wezareta Pêşmergeyan nameyek ji fermandariya YPG re şand û jê daxwaz kir ku rê bide Pêşmergeyên Rojava ku bi Pêşmergên Roj tên naskirin derbas bibin û di şerê parastina Qamişlo û deverên din yên rojavayê Kurdistanê de beşdar bibin.

Yekemîn birîndara Qamişlo derbasî başûrê Kurdistanê bû

Dergehê Sêmalka ji birîndarên bûyerên Qamişlo re vekirî ye û yekemîn brîndara bi navê Rebîe Hecî Remedan, ku li taxa Enteriyê di meedeya xwe de birîndar bûbû û di dergehê Pêşabûr re derbasî başûrê Kurdistanê bû û ji bo nexweşxaneya Zaxo hate şandin. Jêderekê ji malbata birîndarê ji Rûdawê re got ku rêveberiyê nehîştiye ji xeynî birayê wê kesek pêre derbas bibe.

Barzanî pêşwaziya birîndarên Qamişlo dike

Berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî, di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nexweşxaneyên Herêmê ji bo wergirtina birîndarên bûyerên Qamişlo di amadebaşiyê de ne û tîmên taybet amade kirine.

Wezîra Norwêcî xwe avête deryayê – Vîdyo

Wezîra Norwêcî ji bo ku bi êşa penaberan bihese û derdê wan baş nas bike, xwe avête deryaya Spî.

YPG dest danî ser zindana Qamişlo (vîdyo)

YPG dest danî ser girtîgeha Qamişlo (vîdyo)

PYD mala Kurdên rojavayê Kurdistanê xerab dike

PYD bi rakirina van pankartan mala gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê xerab dike. Eger ne ji serok Barzanî ba pêşmerge nediçûn Kobanî û Kobanî ji destê DAIS rizgar nedibû. Barzanî bi kamyonan xwarin-vexwarin, şîrê zarokan, û hemû alîkariyên madî- manewî dan û dide Kurdên Sûriyê. Lê PYD û alîgirên wê, ew şîr, alîkarî, xwarin û vexwarin diçû bi peran difrot. Gelek caran jî, şîrê zarokan dixiste, depoyan, piştî ku dem di ser re derbas dibû, derxist, nîşanî xelkê dida û digot, "binêrin Barzanî şîrê kevin ji zarokan re şandiye..." Kurd tu caran wan alîkariyên serok Barzanî ji bîr nakin... Barzanî, her demê û li her derê xwedî li Kurdên Sûriyê derket û bi her awahê hewl da nakokiyên siyasî yên di navbera wan de rake, lê PYD li Hewlêrê tiştek digot û li Qamişlo, Kobanî, Efrînê û deverên din tiştekî din dikir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com