Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Piştî ku ji dewreya YPJ vegeritya intîhar kir

Keçeke Kurd ji Kobanî (17 salî) piştî ku li Kobanî ji dewreya eskerî ya YPJ vegeriya, intîhar kir û dawî li jiyana xwe anî. Ew 6 mehan li derwreyê mabû. Heta niha nayê zanîn bê çima intîhar kiriye.

Gotina Salih Mislim ne rast derket

Fransayê ragihand, ofîsa YPGê li Parîsê nayê vekirin û nûçeyên bi wî jî rengî jî derew in. Çend roj berê dihat gotin ku YPG dê li Parîsê ofîsa xwe veke lê hikûmeta Fransa li ser vê yekê daxuyaniyek da. Berdevkê Wezareta Derve ya Fransa, Romain Nadal nûçeyên han derewand û ragihand, muxatebê Fransa, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê (Îtilaf) e. YPGê hefteya borî li paytexta Çêk-Pragê ofîsa xwe vekiribû. Hevserokê PYD Salih Mislim çend roj berê gotibû, em dixwazin li Parîsê jî ofîsa xwe vekin. YPG girêdayî PYDê ye.

HDP hîn li parlamento çi dike?

Li bajarên bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirk berdewam dikim û roj bi roj kuştî, şehîd û birîndar hene û xelk dipirse, parlamenterên HDP çima heta niha li ser kursiyên parlamentoyê rûniştine û çi dikin?! Parlamenter li wê derê bêdeng mane û nikarin helwestekê nîşan bidin. Ne dûre ku di demeke nêzîk de parêzbendî jî ji ser wan rabe û riya dadgehan li pêşiya wan were vekirin.

Ev zarok çawa dikare wiha bike?!

Ev zarok çawa dikare wiha bike?! Bala xwe bidin ritmê

“John Kerry ligel Nêçîrvan Barzanî û Ebadî civiya“

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hewl dide.

Şervanên YPG keçeke Êzîdî ji destê DAIŞ rizgar kirin

Jineke kurd a êzîdî, ku ji aliyê endamekî DAIŞê ve hatibû girtin, ji aliyê şervanên YPGê ve hat rizgarkirin.

De Mestura dîsa PYD dawet nekir

Berdevkê girûpeke opozisyona Sûriyê ragihand ku ew ji aliyê Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Stîfan De Mistura ve bo danûstandinên Cenêvê hatine dawetkirin, lê da zanîn ku nûnerên PYD nehatine vexwendin.

Îslamiyan pîlotê Sûrî girtin û îşkence kirin

Tevgera Ehrar El Şam ya îslamî û radîkal, li Sûriyê perçeyek vîdyo belav kir û têde nîşan da ku wan pîlotê Sûrî Xalid Seîd girtin, piştî ku balafira wî xistine xwar. Di vîdyo de xuya dibe ku ew bi giranî hatiye îşkencekirin. Çekdarên Cebhet El Nusra jî perçeyek ji ittîrafên wî weşandin.

Binêrin û bawer bikin ka çi dibe (vîdyo)

Binêrin û bawer bikin ka çi dibe (vîdyo)

Çek çend projeyan li Kurdistanê bi cî dike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja 04.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Êva Derdakova kosula giştiya konsolxaneya Komara Çekê a li Hewlêrê û şandeya pê re kir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com