Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Teyar straneke nû derxist: Ma wê tim

Hunermendê Kurd Teyar Elî, ku li Kobanî ji dayîk bû ye û niha li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dijî, û bi deng û muzîka xwe xwediyê stayleke taybet e, straneke nû bi navê "Ma wê tim" derxist. Teyar, di sala 1979 de li Kobanî ji dayîk bû ye, li zankoya Helebê Edebiyata Erebî xwendiye û heta niha gelek stran çêkiriye. Ew hem muzîkjen e, hem jî bi xwe gotinên stranan dinivisîne. Teyar xwediyê kesayetiyeke hêmin û hezkirî ye. Gotin û awaz : teyar - Studyo û belavkirina mûzîkê: Semir Wartan Helbesta dawî: Evdal Ehmed Fotograf: Berxwedan Xêrzada

Pêşengeha Lamara Mîrangî (vîdyo)

Tosinê Reşîd - 17 - ê meha Nîsanê, li serbajarê komara Gurcistan, bajarê Tbîlîsî, li xanîyê “Mala Kavkazê”, pêşengeha şêwekar Lamara Mîrangî, bi navê “Banga Jîyanê” vedibe. Di wê pêşengehê de dor 35 tabloyan wê bên raber kirin, ku janrên şêwekarîyê ye cihê hildigrin nav xwe.

Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê Xalit Begê Cibrî

Gotibû: Li hemberî we ez ne bi tenê me. Li pey min hemî neteweya kurd a mezin heye. Hûn îro min gulebaran dikin, lê qet şubhe nakim dê neviyên me we tune bikin!

Plakata taybet bi Kobanî derket (FOTO)

Kantona Kobanî Plakata taybet ya otomobîlan taybet bi Kobanî derxist. KBN koda Kobanî ye. Foto: Rûpela Facebookê ya Mustafa Ebdî

Hallervorden li Almanya Erdogan kir fîlm

Komedyenê Alman yê navdar Dieter Hallervorden vîdyo klîpek li ser serokomarê Tikriyê Erdogan çêkir û têde got ku Almanya ne Kurdistan e. Di wê klîpê de Dieter Hallervorden rexneyên tund, bi şêweyekî komedî li Erdogan dike.

Klîpa Çiyayê Şengalê derxist – Vîdyo

Hunermendê Kurd yê navdar Nîzamettin Ariç klîpa Çeyayê Şengalê derxist. Gotinên strana Çiyayê Şengalê ji aliyê Xakî Bîngol ve hatiye nivîsandin.

Nêçîrvan Barzanî şofêrtî dike (foto)

Fermandar Sîrwan Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneyekî selfie ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî belav kir û têde diyar dibe ku Nêçîrvan Barzanî otomobîlê dajo.

Niha li Ridwanê ji Kobanî guhdarî bikin (vîdyo)

Ridwan Xelîl hunermendekî ji Kobanî ye, niha li Hewlêrê dijî.

Binêrin li Efrînê Sabûnê çawa çêdikin (Vîdyo)

Binêrin li Efrînê Sabûnê çawa çêdikin (Vîdyo)

Hekîm Beşar: Çi were serê min PYD berpirse!

Cîgirê serokê Itîlafa Sûriyê Dr. Hekîm Beşar di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî û dezgehên mafên mirovan yên navdewletî û niştimanî eşkere kir ku di dawiya 2011 de, rêjîma Sûriyê PYD wezîfedar kir ku wî bikujin, ji ber vê yekê jî ew neçar ma ji Sûriyê derkeve. Beşar dibêje, ji wê demê de û heta niha PYD şerê wî dike û wî weke xayîn bi nav dike û bi her awahî û li her derê li dijî wî propaganda dikin. Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê desteya bilind ya Danûstandinên Cinêvê Dr. Hekîm Beşar her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku PYD bingeha kuştina wî amade dike. Dibêje, çi were serê wî PYD berpirse û welatên di grûpa dostên Sûriyê de daxwaz dike ku rê li pêşiya van kiryarên PYD bigirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com