Şanda Desteya Bilind ya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê bi serokatiya serokê wê Dr. Nesir Herîrî bi serok Mesûd Barzanî re civiya.
Şandê daxwaz ji Barzanî kir, ku di çareserkirina kirîzên Sûriyê û parastina pêşeroja gelê Kurd de li Sûriyê roleke aktîv bibîne.
Şanda opozisyonê spasiya serok Barzanî kir, ji bo piştevaniya gelê Sûriyê û giringiya ku dide parastina jiyana rojane ya xelkê Sûriyê û pêşeroja wan di van salên şer de.
Di civînê de her wiha behsa pêşmergeyên rojava jî hate kirin, û ji serok Barzanî xwestin ku pêşmerge di dema pêş de li Sûriyê cihê xwe bigirin.













































