Xwediyê kafêterya bi navê Kobanî li Yunanistanê bajarê Atîna, li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, nêzîkî 30 milîtanên PKK bi dar û kêran, êrîşî qehwexaneya wî kirin û ew wêran kirin.
Li gor kesê bi navê Mihemed Beşar, berpirsê PKK li Yunanê ji wî daxwaz kiriye ku milîtanekî PKK bi qaçaxî ji Bulgarya bîne Yunanê, ji ber ku wî nikaribû wê daxwazê pêk bîne, wî jî emir kiriye ku êrîşî qehwexaneya wî bikin.
Bêhtirî 30 kesan rûyê wan girtîbû bi sloganên weke “Bê serok jiyan nabe” êrîş kirin.